Doza Beştaş hat taloqkirin 2017-03-22 12:02:58 EDENE - Doza Palamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş a bi îdîaya “Heqaret li hikûmeta Komara Tirkiyeyê û dewletê kiriye” hatibû vekirin hat taloqkirin. Doza Palamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a bi îdîaya “Heqaret li hikûmeta Komara Tirkiyeyê û dewletê kiriye” hatibû vekirin li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê rûniştina 3’yemîn hat hat dîtin. Di doza Beştaş tevlî nebû de parêzerên wê amade bûn. Piştî nasandina nasnameyan parêzerê Beştaş parastin kir û diyar kir ku mûwekîla wê ji ber li Edeneyê derbarê qetlîmana 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de axiviye tê darizandin. Parêzeran da zanîn ku doz bi konjekturel hatiye vekirin, tu delîlên sûc tune ne û xwestin bêyî îfadeya mûwekîla wan bê girtin beraet bike. Heyeta dadgehê daxwaza beraetê ya parêzeran red kir, biryara da k udi rûniştina din a dozê de Beştaş bi SEGBİS’ê tevlî dozê bibe û doz taloqî 15’ê Gulanê kir.