Parvekirinên dawî yên Kemal Kurkut: Bi tunehesibandina 6 milyonan me tune nakin! 2017-03-22 12:05:19 AMED - Peyamên ku ciwanê bi navê Kemal Kurkut ê ku li Amedê bi awayekî nîvtazî hate kuştin û Walîtiya Amedê wekî "bombekarê zindî" bi nav kir, di twitterê de parve kiriye balê dikişîne. Li Amedê ciwanê ku duh li qada Newrozê hate kuştin û Walîtiya Amedê der barê wî de daxuyaniya "Di çenteyê min de bombe heye ez ê we hemûyan bikujim bi kar anî li ser îhtîmala bombekarê zindî ye hate mudaxalekirin" derket holê ku Kemal Kurkut e. Kemal Kurkut ê ku ji Semsûrê ye lê bi malbata xwe re li Meletiyê dijî li Zanîngeha Înonuyê dixwîne, bi parvekirinên xwe yên di hesabê xwe yê twitterê ya "@kemal93614231" balê dikişîne. Kemal Kurkut ji bo Hurşît Kulter ê li Şirnexê hate xwestin bê windakirin lê ji cihê xwe veşartibû xilas bû çû bajarê Kerkukê ya Herêma Federal a Kurdistanê di taga #WhereisHursitKulter parve kiriye û di peyama ku hevalekî wî di 2'yê tebaxa 2016'an de parvekiriye ya "Hûn bi tunehesibandina 6 milyonan me tune nakin. Çapemeniya xwefiroş. Çapemeniya zîft. Çapemeniya alîgir. Bîra lexemê. #KalleşMedyanınHDPsansürü var” retweet kiriye. Walîtiya Amedê daxuyaniya "îhtîmala bombekarê zindî ya çente li pişt heye" dabû. Lê di wêneyê obejektîfa dîhaberê de berovajî daxuyaniyê derketibû holê ku ciwan nîvtazî ye û ji nêz ve hatiye kuştin.