Li Dersim û Antalyayê 31 kes hatin binçavkirin 2017-03-22 12:47:01 DERSIM / ANTALYA - Piştî Newroza Dersimê polîsan bi ser malan de girtin û 11 kesên ku di nava wan de Rêveberê Weşana Giştî yê Radyoya Muzurê Mehmet Çagri jî heye binçavkirin û li Antalyayê 20 kesên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin. Piştî Walîtiya Antalyayê pîrozbahiyên Newrozê yên 19’ê Adarê qedexe kir, bi daxuyaniya jKomîteya Amadekar a Newrozê însiyatîf ji gel re hat hiştin. Gel di saetên şevê de li ger agirê vêxisitne kombûn û Newroz pîroz kirin. Welatiyên li taxa Şelala li hev kombûn li ber agir govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Em ê bi berxwedanê biserkevin” berzkirin. Polîsên hatin qada gel Newroz lê pîroz dikir bi bombeyên gazê û ava îsotê êrîşî gel kir. Gel bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û li ser vê yekê pevçûn deket. 20 kesên di dema êrîşê de hatin binçavkirin birin Qererqola Hal a girêdayî Midûryeta Polîsan a Kepezê ye. LI DERSIMÊ 11 BINÇAVÎ Li Dersimê di saetê serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Rêveberê Weşana Giştî yê Radyoya Muzurê Mehmet Çagri, rêveberên DBP’3e yên bajar Ufuk Sunger û Yaşar Ateş, esnaf Alî Ulfer, Ayhan Çelîk, Serokê MEYADER a bi KHK’ê hatiye girtin Hayrettîn Baba, cigirê Hevşaredarê yê ji peywirê hatiye durxistin Îbrahîm Kasun, xebatkarên şaredariyê Berna Çelebî, Nazli Çelîk, Ayten Kordu û Bedrî Akyol hatin binçavkirin. Dîsan di serdegirtinên malan de hat zanîn ku polîsan li mala cigirê Hevşaredar ê ji peywirê hatiye durxistin Huseyîn Tunç û 3 welatiyan lêgerîn pêk aniye. Hat diyarkirin di serdegirtinan de mal hatine tevlîhevkirin û 11 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar.