Dadgeha Bilind ‘Doza KCK'ê ya Wanê' xera kir 2017-03-22 13:04:50 WAN - Dadgeha Bilind "Doza Sereke ya KCK'ê ya Wanê' xera kir. Dadgehê cezayê li 13 siyasetmedarên kurd ên di navde Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî heye xera kir. Rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê ya Wanê" ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî dinavde 13 siyasetmedar tên darizandin û doz di 2012'an de li wan hatibû vekirin li 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hat dîtin. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê li 13 siyasetmedaran bi îdîaya "Endamtiya rêxistina çekdarî ne" ji wan 150 sal ceza xwestibû. Piştî ceza hat temyîzkirin rûniştina yekemîn li 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hat dîtin. Heyeta Dadgeha bilind ceza xera kir û dîsa dosya dozê li dadgeha herêmî vegerand. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, Parêzer. Cuneyt Caniş û Veli Avci ji bo her kesekî-ê 15 sal, li Nezahat Erguneş, Halîs Cakir û Metin Adugit ji bo her kesekê/î 13 sal û 6 meh, li Mehmet Şirin Yildiz, Mihriban Şah û Murat Durmaz jî ji bo her kesekî-ê 12' sal ceza, li Îhsan Guler, Abdulkerim Sayan û Derviş Polat jî ji bo her kesekî-ê 9 sal û li Hecer Sarıhan jî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.