UNICEF: 6 milyon zarok dibe ji tîna bimirin 2017-03-22 13:30:39 NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF, bi minasebeta Roja Avê ya Cîhanê raporek aşkere kir. Di raporê de diyar kir ku li tevahiya cîhanê heta 2040'an dibe ku 600 milyon zarok ji ber tîbûn û nexweşiyan bimirin. Fona Alîkarî ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bi minasebeta Rojav Avê ya Cîhanê, daxuyanî da û diyar kir ku her roj 800 zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber nebûna ava paqij jiyana xwe ji dest didin. Neteweyên Yekbûyî (NY), Cîhan ji sala 1945an û vir ve de mezintirîn qeyrana xwe ya mirovî de ye. UNICEF'ê di raporta xwe ya Roja Avê ya Cihanê de bal kişand ser guherîna avhewa, zêdebûna hişkesalî û ji ber şer û pevçûnên li gelek herêmên cihanê kêmbûn û gihandina ava paqij kir. Li gorî raporta UNICEFê, hersal pêwistiya bi ava paqij zêdetir û kaniyên avê yên li cihanê kêm dibe, li seranserê cihanê bi awayekî cidî 36 welat tengasiya avê dikişinin. Li dinyayê her roj 800 zarokên ji 5 salî biçûktir ji ber peydenekirin û gihandina ava paqij jiyana xwe ji dest didin. 600 MILYON ZAROK DI BINÊ RÎSKÊ DE NE UNICEFê di dirêjiya raporta xwe de da zanîn ku ku li dinyayê bi awayekî lezgîn kanayên avê kêm dibin û hetanî 2040'an 600 milyon zarok ji ber nebûna ava paqij an dê bimirin an jî wê nexweşiyeke giran derbas bikin. Li herêmên hişkesalî zarok ji bo peydekirina ava paqij naçin dibistanê û carinan jî zarokên keç rastî dest dirêjiyê tên.