Serfermandariyê got 'YPG' lê çavkaniyên herêmî Ahrar û El Nusra nîşan dan 2017-03-22 13:31:35 HATAY - Li sînorê Îdlîbê ji aliyê Sûriyeyê ber bi Qereqola Bukulmezê gule hat berdan û leşkerekî jiyana xwe ji dest da. Serfermandariya Giştî di daxuyaniya xwe de got YPG'ê kiriye lê çavkaniyên herêmî bal kişandin li ser Ahrar El Şam û El Nusrayê. Li sînorê Îdlîbê ji aliyê Sûriyeyê ber bi Qereqola Bukulmezê ya navçeya Reyhanli ya Hatayê gule hat berdan û leşkerekî jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ku Serfermandariya Giştî ya Artêşê di daxuyaniya xwe de got ku leşkerêkî ji Rihayê ji guleya ku ji aliyê YPG'ê ve hatiye jiyana xwe ji dest daye, îdia kir ku ji sîperên YPG'ê gule hatiye avêtin. Li aliyê din çavkaniyên herêmî berovajî daxuyaniya serfermandariyê gule ji aliyê Efrîna di bin kontrola YPG'ê da ji aliyê herêma ku di bin kontrola Ahrar El Şam, El Nusrayê hatiye. Gule bajaroka Atme ya qasî 2 kîlometre nêzî Kampa Atmeyê hatiye. Di navbera Qereqola Bukulmez û Efrîn a di bin kontrola YPG'ê de ye qasî 7 kîlometre heye.