‘Gelê Amedê ji şer, zext û înkarê re got 'Na' 2017-03-22 14:16:14 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan ku beşdarî Newroza Amedê bûn diyar kirin ku gelê Amedê ji şer, zilm, zext û înkarê re got na û di Newrozê de peyama "Na" derketiye. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku beşdarî Newroza Amedê bû, diyar kir ku gelê Amedê li dijî zilma ku dewletê li ser wan meşand got na û wiha got: Gel zelal helwesta xwe nîşan da. Piştî hikûmetê li ser HDP û DBP'ê zext pêk anîn û got "Piştgiriya gel a ji van partiyan re nema" Newrozê nîşan de ku ev îdîa ne wisa ne. Gelê kurd di çareseriya pirsgireka kurd de careke din parast ku di aştî û çareseriya demokratîk de israr dike. Ji bo guhertina Qanûna Bingehîn helwesta xwe ya "Na" danî holê. Helwesta HDP'ê û gelê beşdardî Newrozê bû bû yek. Lîstikên li ser "Erê" tev pûç bûn. Hevserokên HDP û DBP'ê hatin girtin, Şaredarî hatin desteserkirin. Li gel vê yekê girse bi coyek mezin beşdarî Newrozê bû. Vê yekê jî nîşan da ku dewlet polîtîkayên şaş pêk tîne. Newroz li gorî ruhê xwe bû şahidê parenîna gelan. Diyar kir ku her çend zexta li ser gelê Tirkiye zêde be jî nikare encam bistîne." GURKAN: GEL GOT NA' Seroka GişTî ya EMEP'ê Selma Gurkan, jî anî ziman ku gel helwesta xwe ya "Na" nîşan da û wiha got: "Pîrozbahî ligel şertên OHAL'ê bi coşek mezin pêk hat. Di serî de gelê Amedê û herêmê ligel qedexe û astengiyan daketin qadan. Gel polîtîkayên tundî, şer û dagerkeriya hikûmetê red kir û got 'Na' Zilma ku îktîdar li ser siyaseta kurd dimeşîne, xwest HDP'ê weki dijmin bide nîşandan. Lê li gel vê yekê gel li HDP'ê xwedî derket. Gel li qadê peyama "Na" da îktîdarê. Gel di heman demê de di daxwaza wekhevî, demokrasî û azadiyê de israr kir û ev banga xwe nû kir. Gel gava xurt a di 8'ê Adarê de avêt, di Newrozê de nîşan da û dê di 1'ê Gulanêde derxe asta herî jor. Dê ev helwest îktidarê belav bike. Parastina ked, aştî, demokrasî peywira gelan e. "