Ji ÇGD'ê ji Erdogan re: Em cidî nagirin 2017-03-22 14:32:38 ENQERE - Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmat Abakay li hemberî gotinên Serokomar Erdogan ên "Hemû diz, îstismarkar, terorîst in" ku der barê rojnamgerên girtî de bi kar anî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Em van gotinan cidî nagirin. Cihan wan cidî nagire em jî cidî nagirin." Serokomar Tayyîp Erdogan der barê rojnamegerên girtî de di axaftina xwe ya li Qesrê kir de gotina "Ev hemû diz, îstismarkar, terorîst in" bi kar anî. Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Ahmet Abakay a ku ji bo rojnamegerên girtî xebatê dike û raporan amade dike, li hemberî gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan da. Abakay wiha got: "Em wan gotinan cidî nagirin. Bi salan in heman tiştî dibêjin. Niha dipirsim 11 nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê girtî ne. Ji wan kîjan diz, kîjan îstismarkarên zarokan, terorîst in. 150 rojnameger girtî ne û hemû jî rojnameger in. Hemûyan jî ji bo azadiya îfadekirin û fikr xebat kirin. Rojnamegerî kirin." 'CIHAN JÎ EM JÎ CIDÎ NEGIRIN' Abakay ji bo gotina Erdogan nirxandina "Cihan jî wan cidî nagirin em jî cidî nagirin" kir wiha berdewam kir: "Kî çi dibêje bila bibêe, yên ku rastiya li Tirkiyeyê dizanin, dizanin. Hemû rêxistinên çapemeniyê yên cihanê dizanin. Dizanin ev kes rojnameger in. Rêveberên me jî pênaseyên ecep dikin. Em tenê çapemeniyeke azad dixwazin." Abakay anî ziman ku Serokomar Erdogan di esasê xwe de ne rojnamegerên girtî rojnamegerên li derve hedef digire û dixwaze bibêje bi gotina "Bêdeng bin ger bêdeng nebin hûn ê jî wekî wan terorîst bin" gef dixwe.