Odeyên tabîban gotin 'Na' 2017-03-22 14:47:18 AMED - Odeyên tabîban ên Amed, Agirî, Bedlîs, Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Mûş, Wan-Colemêrgê diyar kirin ku ew ê ji bo tendustiya civakê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin. Odeyên tabîban ên Kurdistanê li Odeya Tabînan a Amedê têkîldarî referanduma 16'ê Nîsanê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Yakup Altaş diyar kir ku odeyên tabîban ên Agirî, Bedlîs, Êlih, Amed, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Mûş, Wan-Colemêrgê di referandûmê de dengên "Na" bi kar bînin. Altaş bal kişand li ser parlamenterên hatine girtin, qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin û kedkarên ku hatine îxrackirin û wiha got:" Em pêvajoyeke ku tu kes xwe di ewlehiya hiqûqî de hîs nakin, pêkanînên nedemokratîk her diçe zêdetir dibe tê jiyankirin." SEDEMÊN 'NA' RÊZ KIR Altaş destnîşan kir ku ew di bin şertên OHAL'ê de referanduma ku pêşeroja welat eleqedar dike, tê kirin qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Guhertina qanûna bingehîn a ku îxtidara heyî dixwaze bi vî xwe mayînde bike di encamê de jî daraz, rêvebiin û qanûnçêkirinê di kesekî de kom dike di pêvajoya OHAL'ê de kirinê, bêyî ku bi hemû beşên civakê re parve bikin wekî ji şewatê tiştekî birevîne ji meclîsê 'Erê' derxistin û yên ku ev gotin jî ji bo çi erê dikin nizanin, li meclîsê rêgeza dengdana veşarî, hejmartina vekirî binpê kirin, bi vî şekî anîna rojevê yek jî sedema ku em bibêjin 'Na' ye." Altaş diyar kir ku ev guhertina ku dê bê kirin tu pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê çareser neke, ji vî tenê dê dîktatorî derkeve, qadên maf î azadiyan dê bên tengkirin ji demokrasî dur ketin çêbibe û li her derê Tirkiyeyê pirsgirêkan girantir bike. Altaş got ku ew ji bo mafên xwe yên tenduristiyê dibêjin "Na", başbûna civakî jî ancax bi demokratîk bûnê ve dikare pêk bê. Altaş banga "Na" li hemû kesên ku alîgirên aştî, ked, azadiyan in kir. ‘SAĞLIK HAKKIMIZ İÇİN HAYIR’