Ciwanê polîs kuşt hat definkirin: Şaredariyê av qut kir û cihê gorê nedan 2017-03-22 14:49:56 MELETÎ - Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut ê polîsan ew di Newroza 21'ê Adarê ya Amedê de kuşt li Meletiyê tevî astengiyên şaredariyê hat definkirin. Şaredariya Batalgazi ya AK Partiyê maşina cenaze û çadira sersaxiyê neda û av ji ser cenaze qut kir. Cihê gorê jî wekî qada "sît' nîşan da û cihê gorê dena cenaze. Malbatê cenaze tevî hezaran astengiyan defin kir. Cenazayê xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ê di Newroza 21'ê Adarê de polîsan ew kuşt, li Meletiyê tevî hezar astengiyan dîsa defin kir. Kurkut ê li Parka Newrozê dema xwest têkeve qada Newrozê û nîv tazî bû polîsan bi îdîaya "Şika Bombeya zindî" ew ji pişt ve kuşt li Meletiye hat defin kirin. Malbatê piştî cenaze ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirt, cenazeyê Kurkut birin Battalgazî ya Meletiyê. Di merasima cenaze de Parlamenterên HDP'ê Behçet Yildirim, Alîcan Onlu, rêveberen HDP û DBP'ê amade bûn. Malbatê û parlamenteran cenaze birin goristana Morga Alibaba. ŞAREDARIYÊ MAŞÎNA CENAZE NEDA AV QUT KIR Malbatê dema xwest cenaze li morgê bişo, Şaredariya Battalgazî ya AKP'î av ji ser morgê qut kir û maşîneya cenaze neda. Piştî malbatê bi derfetên xwe cenaze şuştin û xwestin defin bikin, vê carê şaredariyê li Goristana Alibaba cihê goristanê nedan. Rayedarên şaredariyê bi hinceta qada sîtê ye cihê gorê nedan û piştre konê sersaxiyê nedan malbatê. Mamê Kurkut Yusuf Kurkut, anî ziman ku beri cenaze bigirin, ji şaredariya Battalgazî çadir û maşîna cenaze xwestine, lê ev daxwaza wan hadiye redkirin. Kurkut, ani ziman ku wan piştî cenaze ji Satiya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin anîn morga Goristanê û wiha got: "Midûriyeta polîsan destûr neda maşîneya cenaze bê. 3 caran destûr nedan maşîna cenaze bê. Pişti me xwest cenaze defin birin jî vê carê bi hinceta qada sîtê ye cihê gorê nedan me. Me çadir ji şaredariyê xwest lê çadir jî nedan. Me hemu bi derfetên xwe pêk anîn. Ma em ji welatekî din hatine vir. Em ne mirovên vî welatî ne? Me cenaze anî Goristana Topbaşê û me li vir defin kir. ‘RAYEDAR DEREWAN DIKIN Di merasima cenaze de Parlamenterên HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, li ser gora Kemal axivî û wiha got. "Kemal jî xwest weki her kesî kelecan û coşa Newrozê bijî. Lê ev daxwaz ji bo Kemal pir zêde dîtin û ew ji piştve kuştin. Rayedar der barê kuştina Kemal de derewan dikin. Dibêjin di çantê wî de bombe hebû. Ev daxuyanî munafiqî ye. Ew qas ji nabe. Me ji Kerbela heta niha dît, lê niha ziruyeta Yezid didome. Cawa ku berxwedana Hazreti Huseyîn berdewam kir zirûyeta Yezid ji didome . Onlu, anî ziman ku ax, maşîne ji bo Kemal pir zêde dîtin û asteng kirin. Parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim jî anî ziman ku yên dersa demokrasiyê didin welatê ewropa li vir rastiya xwe ya demokrasiyê nîşan didin. Yên kemal kuştin dê teqez bên cezakirin." Girsê piştî cenazeyê Kelam defin kirin ji gorê veqetiyan.