Ji akademisyenan re qedexe ye ji çekdaran re serbest e! 2017-03-22 15:45:34 ENQERE - Li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê ku akademisyenên bi KHK'ê ve ji kar hatine durxistin nayên girtin lê îro jî komeke nijadperest bi çekan ve ketin hundir. Polîsan bombeyên gazê avêti xwendekarên ku rastî êrîşê hatin, xwendekar bin çav kirin. Beriya referandumê li zanîngeha êrîşên nijadperest zêde bûn. Li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê ku akademisyenên bi KHK'ê ve ji kar hatine durxistin nayên girtin, çend roj in komên nijadperest êrîşan pêk tînin. Ligel tedbîrên "ewlehiyê" îro jî komek nijadperest bi çekan ve ketin zanîngehê. Beriya çend rojan di êrîşa ku nijadperestan li dijî xwendekarên kurd pêk anîn de 3 xwendekar birîndar bûbûn. Îro jî serê sibehê koma ku bi çekan ketin hundir dirûşmên "Bila ruhê şehidên me şad bin" berz kirin careke din êrîşî xwendekaran kirin. Di êrîşa ku polîsan temaşe kirin de xwendekarên ku rastî êrîşê hatin tên binçavkirin. Xwendekar li Fakulteya Zanyariya Siyasî asê man, polîs koma êrîşkar li Fakulteya Hiqûqê dide rawestandin. Polîsên ku bi TOMA'yan ve ketin zanîngehê bi bombeyên gazê êrîxî xwendekarên li hundir asê man kir. Heta niha hat hînbûn 3 xwendekar hatine binçavkirin.