28 kes hatin berdan 2017-03-22 15:56:02 MÊRSÎN - Li Tarsusê belavkarê rojnameyê Kenan Dundar jî di nav de 8 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan, zarokê bi navê K.Y. hate girtin. Li Antalyayê jî li kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin jî ji bo her yekî wan 100 TL ceza hat dayîn. Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê di operasyonan de duh 9 kes hatin binçavkirin. Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu DEmokrasî Kenan Dundar jî di nav de 9 kes serê sibehê anîn Edliyeya Tarsusê. Durdar û 8 kes bi daxwaza şerta kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin. Zarokê bi navê K.Y. bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Zarokan hati kirin. Bi Dundar re 8 kes bi şerta kontrola edlî hatin berdan. K.Y. bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin û şandin girtîgehê. Li aliyê din li Mêrsînê 27 kesên ku hatin binçavkirin jî li bendê ye ku sibehê derxînin dozgeriyê. Li Antalyayê jî duh êvarê 20 kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin, hatibûn binçavkirin. Li 20 kesên hatin berdan bi hinceta ku li dijî "Qanûna Qebahat" derketine ji bo her yekî wan 100 TL ceza hat dayîn.