KCD: Dê ruhê berxwedane di 16'ê Nisanê de xwe bide der 2017-03-22 16:19:07 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê spasiyên xwe ji milyonan kesên beşdarî Newrozê bûn re şand û diyar kir ku ev ruhê berxwedanê yê di Qada Newrozê de derket holê dê di hilbijartina 16'ê Nîsanê de xwe bide der û gel silav kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo Newroza li çar aliyê welat bi tevlêbûna milyonan hat pîroz kirin peyama spasiyê şand. KCD'ê, diyar kir ku li gel hemû astengî û qedexeyan bi milyonan gel beşdarî pirozbahiya Newrozê bûye û helwesta xwe nîşan daye. KCD'ê ji bo beşdarî û pîrozbahiya Newrozê peyam şand û wiha got: "Li dijî zilm, înkar û komkujiyê gel vîna xwe ya azadî û berxwedanê nîşan û derbasî qadê bû. Bi giştî li Cîhanê û di esasê xwe de li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê gel bi vîn û coşek mezin Newroz pîroz kir û pêşwazî kir. Gelê Tirkiyê û Kurdistanê li dijî zalim dehaqê îro, bi awayekî giştî daket qadan û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Newroz vîn û nîşaneya hebûnê ye. Vîna azadiya Gelan e. Bi forma konfederasyona MED gel bi hevre daketin qadan û bi biratî Newroz pîroz kir. Li qadên Newrozê bi yek dengî li dijî faşîzmê qeriyan. Gelên daketin qada Newrozê li dijî hişmendiya militarist, şer û yekperest, li dijî hebûnên statukoperest dewletperest û bi taybetî li dijî îtîfaqa AKP-MHP'ê û dijminantiya gelan liqadên Newrozê îtîfaqa xwe xurt kirin. Li qadên Newrozê vîna xwe û yekîtiya xwe nişan daye. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk em ji gelê me yê li dijî zilmê bi nirxên çandî, civakî û ruhê neteweyî daketin qadan û Newroz pîroz kirin re spasiyên xwe dişînin. Gelê kurd careke din vîna ji bo jiyanek demokratîk û azad li qadan nîşan daye. Li ser vê bingehê em bawer dikin ku dê vî ruhê berxwedanê di 16'ê Nîsanê de jî dîne holê û helwesta xwe nîşan bide. Em gelê xwe silav dikin."