Li çiyayê Bagokê operasyon 2017-03-22 16:27:20 MÊRDÎN - Li 10 navçeyên Nisêbînê piştî qedexeya beriya 2 rojan hatibû îlankirin niha jî li çiyayê Bagokê operasyon hat destpêkirin. Li taxên Yakinca, Bahmînîn, Kalelî, Guzelsu, Yol, Dîbek, Uçyol, Dagîçî, Şekrîn û Eskîhîsar ên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya hatibû îlankirin berdewam dike. Destur nayê dayîn ku welatiyên li taxên nêzî çiyayê Bagokê dijîn derkevin derve. Li taxên hundir leşker tuneye, ji ber operasyona li çolterê gelek leşker hatine bicihkirin. Tenê destur tê dayîn welatî biçin axuran êm bidin sewalên xwe lê ji bo li derve biçêrînin destur nayê dayîn. 'BI HELÎKOPTERAN HERÊM HATE BOMBEBARANKIRIN' Welatiyekî ji gundê Eskîhîsarê me xwe gihand diyar kir ku li gundê wan şîn heye lê leşkeran nehiştine tevli şînê bibin, li dora gund leşker hene. Welatiyekî ji gundê Taşkoyê yê me xwe gihand jî anî ziman ku duh êvarê li herêma çolter dengên çekan hatire û ev agahî da: "Leşkeran duh êvarê çiyayê Bagokê gulebaran kirin. Bi helîkopteran ve bombebaran dikirin. Dû bilind dibû." Li gundê Xerabê Ala ya nêzî herêma taxên qedexe li wir in jî welatiyekî diyar kir ku bênavber tevgera helîkopteran heye.