Taşdemîr: Giyadîn dê bi dengekî bilind bibêje 'Na' 2017-03-22 16:36:38 AGIRÎ - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr a li Giyadînê çû serdana esnafan wiha got: "Di 7'ê Hezîranê de dengê ku me ji Giyadînê bilind kir careke din emê bi 'Na' bilind bikin." Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr û rêveberên HDP û DBP'ê di çarçoveya xebatên referandûmê de çûn serdana esnafan û belavokên ku girîngiya "Na" vedibêje belav kirin. HDP'î û DBP'iyên bi wesayîta anonsê ya HDP'ê ve digeriyan bi govendan ve ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Taşdemîr li qehwexaneyeke rûnişt û bi welatiyan re sohbet kir. Taşdemîr wiha got: "Li pêşiya me referandum heye. 2 sal in li hemberî îrade, bajar û cografyaya me polîtîkayên zilmê heye. Em dixwazin li dijî van polîtîkayan bibêjin 'Na'. Gelê Giyadînê dê biçin sandiqan û dengê 'Na' bi kar binin. Dê ji Giyadînê dengeke xurt derkeve. Ji kesekî netirsin û îradeya xwe bi kar bînin. Di 7'ê Hezîranê de dengê ku me ji Giyadînê bilind kir careke din emê bi 'Na' bilind bikin."