'Xaka me jiyana me ye' 2017-03-23 09:05:44 MÊRDÎN- Necbîr Kara ya ji Nisêbînê Koçî stenbolê kir û xaniyê Selamet Yeşilmen û hemû cîranên xwe winda kir, dîsa vegeriya Nisêbînê diyar kir ku ji be wan koçber bikin bajar rûxandin û got: "Lê çi bikin em naçin. Xaka me ji bo me jiyan e." Şêniya Nisêbînê Necbîr Kara ya 25 sali ku mala wê ji rûxandinê filitî, dixwaze disa vegere tax û warê xwe. Kara di dema destpêka qedexeyê de tevî hevjîn û 6 zarokê xwe neçar dimîne koç bikin. Pêşî koçî Stenbolê, paşê jî koçî Qosera Mêrdînê dikin. Kara anî ziman ku, ew 20 rojan li Stenbolê mane û paşê vegeriyane Qoserê û wiha got:"Dema em li Stenbolê bûn, ev zaf tengavî bûn û me dixwest em li ser xaka xwe bin. Em di dema qedexeyan de ewilî çûn Stenbolê, li wir bêhna me dernediket û em vegeriyan Qoserê. Me li Qoserê xaniyekî yek odeyî girt. Em naçin tu derê jî. Heke ji me bipirsin; xaka me jiyan e. Êdî bes e, bila dev ji me berdin." Kara, diyar kir ku piştî bidawîbûna qedexeya ew jî wek gelek malbatan vegeriyane Nisêbînê, lê belê mala wan li taxa Firatê ya bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Me li Nisêbînê xaniyekî yekodeyî girt. Metbaxa wê jî tune ye, li baxçeyê wê firaqên xwe dişom. Kî çav li malê bikeve dê ji min bêtir li ber bikeve. Em 250 lîre kirê didin. Hevjînê min li înşeatan dixebite, yanî karê wî ne daîmî ye. Rewşa me ya madî nebaş e. Keça min beşa pêşveçûyîna zarokan dixwend, lê belê ji ber rewşa me nebaş bû dev ji dibistanê berda û li teksîtîlekê dest bi kar kir." ‘XAKA ME JIYAN E' Kara, anî ziman ku piştî têl hatine rakirin jî mala wan ji talûkeya rûxandinê xelas nebûye û got, hîn jî destûreke fermî tune ye û wiha domand: "Bi mehan em ji mala xwe dûr man, niha jî nahêlên em li mala xwe rûnên. Ji xwe ji be me koçber bikin ev bajar rûxandin, lê belê xaka me ji bo me jiyan e." Kara, diyar kir ku beriya qedexeyê jiyana li taxa wan zaf xweş bûye û got, rewşa wan zaf baş bûye lê belê taxa wan, jiyana wan hemû hatiye rûxandin. ‘SELAMET YEŞÎLMEN CÎRANA ME BÛ' Kara, da zanîn ku ji bilî mala wan hemû malên li hawirdora wan hatine rûxandin û wiha got: "Mala xezûr û tiyê min jî li cem mala me bû lê ew jî rûxandin. Mala Selamet Yeşilmenê jî li cem ya me bû. Dema gulebaranê ewil em çûn cem wê. Pêşî ew mir, paşê jî mala wê rûxandin. Malbata wê jî çû Hezexê." ‘EM NAXWAZIN DI KIRÊ DE RÛNÊN' Kara, anî ziman ku bi piştevaniyê em dikarin ji nû ve mala xwe çêbikin û wiha axivî: "Eşyayekî mala me jî nemabû. Ji xwe eşyayên elektronîk hemû hatibûn dizîn, yên mayî jî hemû hatibûn perçekirin. Tekane daxwaza me ew e ku destûrê bidin da em derbasî mala xwe bibin. Êdî em naxwazin di kirê de, li ber deriyên hinekan bijîn. Niha ceryan û ava vir jî tune ye, heke destûrê bidin em ê biçin li mala xwe bi cih bibin. Em ê li şûna deriyan betaniyan daliqînin û dîsa jî rûnên."