Newroz temam, dora mîtîngên referandûmê ye 2017-03-23 09:07:58 ENQERE - Li gel hemû çewisandinan jî, pîrozbahiyên Newrozê bi awayekî girseyî û hêzdar derbas bûn. Niha jî çav li ser mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên dê ji bo referandûmê li dar bixe ne. HDP'a ku hewl dide li 5 navendan mîtîngan li dar bixe, li seranserê Tirkiyeyê bi awayekî berfireh û berbelav plana xebatan dike. Li gel hemû çewisandin, girtin û êrîşan jî li her deverên Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî û bi awayekî xurt hatin pîrozkirin. Li qadên Newrozê kurdan li gel daxwazên xwe yên netewî û demokratîk, tewra xwe ya ji bo refrandûmê jî bi awayekî zaf zelal li leha "Na"yê dan der. Piştî mîtîngên Newrozê bi awayekî zexm derbas bûn, niha jî ji bo referandûmê çav li ser xebatên "Na"yê yên HDP'ê ne. HDP'a ku hevserokên wê, parlementerên wê, endamên wê yên MYK û PM'ê û gelek xebatkarên wê girtî û binçavkirî ne, piştî pîrozbahiyên Newrozê yên hemû polîtîkayên hikûmetê serobino kirin, dê xebat û mîtîngên xwe yên ji bo referandûmê careke din di ber çavan re derbas bike. DÊ 5 MÎTÎNGÊN MEZIN BÊN LIDARXISTIN Dê Komîsyona Referandûmê ya HDP'ê di 24'ê Adarê de li Enqereyê bicive û careke din bernameya xwe ya referandûmê di ber çavan re derbas bike. Dê komîsyon, careke din mîtîng û çalakiyên ku plana wan kiribûn vesaz bike û dê di 26 an jî 27'ê Adarê de bi hemû hêza xwe dakeve qadan. Di vê çarçoveyê de dê li navendên wek Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene û Wanê mîtîngên mezin li dar bixe. DÊ HDP LI QADÊ BE Li gel vê dê di çarçoveya bernameyê de ji Erdexanê heta Colemêrgê, ji Botanê heta Serhedê li bajaran bê gerîn û bi gel re hevdîtin bên çêkirin û mîtîng bên lidarxistin. Her wiha HDP bes dê qîma xwe bi bajarên herêmê neyîne, dê li rojavayê Tirkiyeyê jî bi awayekî çalak dakeve qadê. HDP amadekariyên wesayîtên anonsê, belavkirina belavokan, hevdîtinên bi gel re, amadekariyên afîşan temam kirine. Li gel vê jî dê li ser civaka medyayî bi peyamên kevn û nû yên Hevserokên HDP'ê yên girtî kampanya bê birêvebirin. 15 MILYON MATERYAL HDP, 4 milyon û nîv buroşurên giştî, milyonek yên jinan, 2 milyon yên bi kurdî bi giştî 7 milyon û nîv buroşur çap kirin. Li gel vê 5 milyon jî stîker hatin çapkirin û şandin herêman. Tevî afîşên li herêman bên çapkirin tê diyarkirin ku dê materyalên referandûmê yên HDP'ê 15 milyonan derbas bikin. Her wiha sêwirandina afîş û pankartan temam bû, lê belê li gor pêdiviyan ji rêxistinên bajaran re hatin şandin. Li gel vana HDP 7 otobês amade kirine û li herêman jî 70 wesayîtên anonsê amade kirine. HDP, da di referandûmê de yekpareyiya vegotinê biparêze tenê ji bo rêveberan 20 hezar pirtûkçe amade kirin û hatin belavkirin.