Şûna li kiryaran li parêzeran lêpirsîn vekir 2017-03-23 09:09:08 EDENE - Têkildarî mirina 3 zarokên ku di şewata Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de mirin, li şûna berpirsiyaran ronî bikin daxwaz kir ku der barê Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek ê ji bo berpirisyar derkevin holê bi zarokên birîndar re hevdîtin çêkir, lêpirsîn bê destpêkirin. Bek wiha got: "Ji bo ser bûyerê bê girtin lêpirsîn tê vekirin." Di 18'ê Çileyê de zarokên li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê diman, agir bi nivînan xistibûn. Di vê şewatê de Muhammed Erdogan, Mehmet Altunhan û Ferhat Kaya miribûn, 3 zarokên girtî û 5 karmendên înfazê jî birîndar bûbûn. Di lêpirsîna der barê şewatê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê hat destpêkirin, bi biryara "nepeniyê" didome. Li gel vê hat daxwazakirin ku der barê Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek de lêpirsîn bê vekirin. Dozgeriyê ji Baroya Edeneyê re teblîxatek şand û îdia kir ku Bek di dema hevdîtinê de zarok berhêlî kirine û ji ber xwe daxwaz kir ku der barê Bek de lêpirsşn bê vekirin. LI SER GIRTEKA GARDIYANAN LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN Bek li dijî vê bertek nîşan da û got, di roja ewil de biryara nepeniyê ji bo lêpirsîna der barê şewatê de hatiye dayîn û di dosyeya lêpirsînê de tu pêşveçûyîn tune ye. Bek, diyar kir ku dozgerî tenê bi çend hevokan bûyer daxuyandiye, lê belê hûrguliyên bûyerê nehatine daxuyandin. Bek, dest nîşan kir ku wan wek Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edeneyê xwestiye hemû hêlên bûyerê lêkolîn bikin û wiha axivî: "Zarokên ji şewatê xelas bûn, piştî tedawiya li nexweşxaneyê dubare ew neqlî girtîgehê kirin. Me jî careke din bi van zarokan re peywendî danî û hevdîtin çêkir. Di hevdîtinê de; hat îdia kirin ku me ji zarokan re gotiye bibêjin li girtîgehê îşknce li wan tê kirin, rastî muameleyên kirêt tên kirin û li wan didin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li ser girtekên gardiyanan ji Baroya Edeneyê re ragihandiye ku der barê min de lêpirsîn bê vekirin. Muhtemel e ku dê di rojên pêş de Serdozgeriya Komarê der barê min de lêpirsîna cezayî vebike." ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ SÛC DIKE Bek, ragihand ku dixwazin bi îdiayeke bêbinî ser bûyerê bigirin û got, ji xwe hevdîtina wan bi zarokan re bi kamreyên ewlehiyê hatine qeydkirin û di dema hevdîtinê de gardiyaneke li wir bûye. Bek wiha domand: "Karmendekî înfazê jî ji birin û anîna mehkûmên ku hevdîtin bi wan re tê çêkirin berpirsiyar e. Tê îdiakirin ku karmendê înfazê axaftinên me bihîstiye. Ji aliyê karmendan ve guhdarkirina axaftinan derhuqûqî ye. Çimkî hevdîtina parêzer û muwekîl nepen e. Dê karmendên înfazê bibînin, lê divê li cihekî wisa bin ku nikaribin bibihîsin. Lê qethiyen divê guhdariya hevdîtinê neke." Bek, anî ziman ku girteka der barê wî de hatiye girtin derhuqûqî ye û wiha axivî: "Di dema hevdîtinê de tenê karmendekî înfazê hebû, lê girtek ji aliyê 5-6 karmendên înfazê hatiye nivîsandin û îmzekirin. Li vir a rast karmendên înfazê û îdareya girtîgehê, ji ber di bin derûniyeke sûcî de ne, sûc dikin." 'POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ DI DEWRÊ DE YE' Bek, ragihand ku li dijî parêzvanên mirovan ên bi ser bûyerên bi vî rengî de diçin polîtîkayên tepisandinê xistine dewrê. Bek, anî ziman ku ji bo bûyer bê ronîkirin û lêkolîneke baş bê kirin divê biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê bê rakirin û wiha axivî: "Bi ranekirina biryara nepeniyê, sedema şewatê û gelek pirsên bê bersiv tên hiştin û bi vê re dixwazin ser bûyerê bigirin. Ji ber vê ye ku li dijî parêzvanên mirovan ê bi ser bûyerê de diçin, dixwazin polîtîkayên çewisandin û tepisandinê bisepînin. Li Tirkiyeyê ji bo li girtîgehên zarokan bûyerên bi vî rengî neqewimin ew ê bi her awayî li ser hêlên bûyerê hûr bibin. Wek Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edeneyê em ê ji peywira xwe bi paş ve gav neavêjin. Ji bo ev bûyer ronî bibe çi ji destê me bê em bikin."