Sindoqên hilbijartine birin gundên cerdevanan 2017-03-23 09:09:28 ŞIRNEX - Lijneya Hilbijartinê ya Elkê, sindoqên 20 gundên girêdayî navçeyê bi hinceta "ewlehiyê" veguhastin gundên cerdevanan. Li navçeya Elkê ya Şirnexê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê li ser xwesteka Fermandariya Cendermeyan biryara veguhastina 21 sindoqên 20 gundî ku hema bêje tevahiya hilbijêrên wan HDP'î ne da. Di biryara ji partiyên siyasî re hat şandin de, hinceta veguhastina sindoqên ku bi giştî 4 hezar û 377 hilbijêrên wan hene wek "ewlehiyê" hat diyarkirin. Her wiha sindoqên ku biryara veguhastina wan hat danîn, hat zanîn ku dê li gundên Tahir Adiyaman ê bi nêzîkbûna xwe ya bi AK Partiyê tê nasîn, gundên leşker û cerdevan lê ne bên danîn. JI BO DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN DÊ 30 KÎLOMETRE RÊ BIMEŞIN Piraniya gundên ku sindoqên wan hatine veguhastin jî, li herêma Kato Jîrka, Marînos û Feraşînê dikevin. Ev herêm jî bi qasî 20-30 kîlometreyî dûrî cihê ku dê sindoq lê bên danîn in. Her wiha welatiyên vir jî, piranî bi sewalvaniyê re mijûl dibin û li herêmê ji ber zivistanê şert û mercên zehmet hene. Dê gundî ji ber vê biryarê, di çûnhatinê de zehmetiyan bikêşin. ‘DI 1'Ê MIJDARÊ DE PIRSGIRÊKA EWLEHIYÊ TUNE BÛ’ Hevserokê HDP'ê yê Elkê Şaban Cîn, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku, wan ji bo betalkirina biryarê îtiraz kirine. Cîn, anî ziman ku gundî ji ber şertên zivistanê nikarin biçin û bên û wiha axivî: “Di 1'ê Mijdarê de jî li van gundan deng hatin dayîn û tu pirsgirêkên ewlehiyê derneketin. Me serlêdana xwe kiriye û em hêvî dikin ku YSK jî dev ji vê biryara xwe berde û welatî li gundên xwe dengên xwe bi kar bînin." Li gor biryara YSK'yê dê welatiyên li gundên Pîrosa, Hemka, Bate, Melêse, Bîşî, Gelejêr û Kespiyanîş li gundê Çemanê; gundên Şekaloya Çemê Heskê û Zerbêl li gundê Kitêr; gundên Tivor, Geznex, Govik, Feraşîn, Kaçêt û Tanga Xanê dê li meydana ku nêzî gundê Germavê; gundên Karçane, Ewrek û Sakê jî dê li gundê Mezra û gundê Bilbêsê jî dê li navenda bajêr dengên xwe bi kar bînin.