Elewiyan Meclîsa Pîran ava kir 2017-03-23 09:09:56 STENBOL - Elewiyan, li dijî polîtîkayên înkar û bişavtinê "Meclîsa Pîran" ava kir. Serokê Lijneya Baweriyan a Elewî-Bektaşî Huseyin Guzelgul wiha got: "Ji ber jiyîn û jiyandina baweriya Elewî-Bektaşî ya di cewhera me de heye, pêdivî bi lijneyeke wisa çêbû." Bi pêşengiya Federasyona Elewî Bektaşî, li dijî polîtîkayên bişavtinê yên li hemberî elewiyan "Meclîsa Pîran" hat avakirin. Piştî civîn û îstîşareyên bi elewiyên ku 12 herêmên Tirkiyeyê dijîn, biryara avakirina "Meclîsa Pîran" hat dayîn. Serokê Lijneya Baweriya Elewî-Bektaşî Huseyin Guzelgul, diyar kir ku ji ber saziyeke wan a di warê têkoşîna baweriyî de tune bû, wan "Meclîsa Pîran" ava kiriye û wiha got: "Em ê li gor dîroka xwe ji bo pirsgirêkên xwe çareseriyan bibînin. Pergala Ocax û Dergahê elewîtiyê aniye roja îroyîn. Lê belê dema ev bi hev re bin em ê karibin baweriya elewîtiyê bi rê ve bibin." Guzelgul, dest nîşan kir ku li Tirkiyey polîtîkayên dewletê dixwaze elewiyan ji cewhera wan dûr bixîne û wiha axivî: "Dê Meclîs, elewîtiya rasteqîn temsîl bike. Çimkî Meclîsa Baweriya Elewî Bektaşî ya hemû elewî lê dicivin heye. Ev jî hem li ser rizatiyê hem jî li ser îqrarê hatiye avakirin. Bi riya meclîsa rê erkanî pêk hat." Guzelgul, da zanîn ku li Tirkiyeyê zilm li elewiyan tê kirin, rastî komkujiyan tên û ji ber polîtîkayên bişavtinê dixwazin elewiyan ji cewhera wan dûr bixin û wiha axivî: "Li Meclîsa Çilan ji îbadeteke azad hatibûn dûrxistin û xwestibûn li ser asasên îçtihadên sunnî baweriyekê biafirînin. Niha Ji ber jiyîn û jiyandina baweriya Elewî-Bektaşî ya di cewhera me de heye, pêdivî bi lijneyeke wisa çêbû." 'JI BO ÇARESERIYÊ EM NEDIÇÛN SAZIYÊN DEWLETÊ' Guzelgul der barê birvebirina meclîsê de ev agahî dan: "Dema der barê baweriya elewîtiyê de muşkulateke, pirsgirêkek hebe dê meclîs bicive. Dê peywira vê meclîsê lijneya şêwirandinê be. Dê li wir nîqaş bên kirin û di wesfê tewsiyeyê de berpêşî lijneya rêveberiyê bê kirin. Dê lijneya rêveberiyê jî şiklê dawî bidê, tamîman ji hemû saziyên elewiyan re bişîne û dê bi vî awayî muşkulat bê çareserkirin." Guzelgul, da zanîn ku dema berê di nav civaka elewiyan de pirsgirêkek derketana ji bo çareseriyê serî li saziyên dewletê nedihat dayîn û wiha domand: "Berê em nediçûn ber deriyê dadgeh, dozger û dadweran. Çawa ku me ji qaziyan, ji heciyan û xoceyan fitwe nedistend, em nediçûn qereqolan jî. Di nav xwe de em pîr, rêber, murşîd û hemû can dihatin gel hev. Can wek juriyê bûn. Dema pirsgirêkeke hebûna di nav xwe de çareser dikirin. Ji bo careke din em wê pergalê zînde bikin, me meclîsa rê erkanî û meclîsa pîran ava kir. Ji bo em li gor cewhera xw etevbigerin, me xebateke wisa bi rê ve bir." 'LI DIJÎ FERASETA EMEWÎ YA DEWLETÊ HAT AVAKIRIN' Guzelgul, dest nîşan kir ku dewlet ji bo baweriya elewîtiyê nas neke serî li her cure înkariyê daye û li ser esasên feraseta emewiyî ya dixwaze elewîtiyê tune bike tevdigere. Guzelgul wiha domand: "Ji ber zarokên me li ser îçtihadeke sunnî tên perwerdekirin, li dijî vê me pêdivî bi Lijneya Baweriya Elewî Bektaşî dît. Ji ber pêdiviyeke baweriyî me ev lijne ava kir. Yanî ev lijne li dijî feraseta emewiyî ya dewletê hat avakirin." Guzelgul wiha bang li welatiyên elewî kir: "Em bi têkoşîna man û nemanê re rû bi rû mane. Îktîdareke sultanî ya li derve behsa demokrasiyê dike, lê li hundur dîktatoriyê dike heye. Em bi feraseteke emewî ya elewîtiyê nahesibîne re rû bi rû ne. Bila çavê dilên xwe vebikin û hişyar bibin. Bila van tiştan bibînin û li go wê tevbigerin."