Dîsa kurdî wek zimanekî 'nenas' hat dîtin 2017-03-23 09:10:27 GUMUŞHANE - Îdareya Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, pirtûka helbestan a bi navê "Şengal" a ji aliyê Adnan Çakir ê girtî ve hat nivîsandin û bi bandrol e, neda Çakir. Îdareya girtîgehê wek hincet wiha got: "Pirtûkeke bi zimanekî nenasbar û nayê fêmkirin." Piştî di 15'ê Adarê de girtiyên PKK û PAJK'î li girtîgehên Tirkiye û herêmê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûn. Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, 5 girtiyên ku di 15'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin, îdareya girtîgehê ew xistin odeyên cuda. Hat zanîn ku dema girtiyan xwestiye li gel hev bin û di vê de israr kirine, îdareya girtîgehê gefa "Em ê we têxin muşhadeyê" li wan xwariye. DEMA HEVDÎTINÊ DAXISTIN 15 DEQÎQEYAN Li gel van binpêkirinan, dema hevdîtinê ya girtiyan jî kêm kirin. Hevdîtina ku dema wê saetek bû, daxistine 15 deqîqeyan. Her wiha mafên spor û shbetê yên girtiyan jî hatine binpêkirin, name û eşyayên ji wan re tên jî tên desteserkirin. DÎSA KURDÎ WEK ZIMANEKÎ 'NENAS' HAT DÎTIN! Li gel vana hemûyan, girtiyê bi navê Adnan Çakar ê bi navê "Şengal" pirtûkeke kurdî ya helbestan nivîsand, her çi qas pirtûk bi bandrol bin jî koliya ku pirtûka "Şengal" tê de bû radestî Çakir nekirin. Îdareya girtîgehê wek hincet wiha got: "Pirtûkeke bi zimanekî nenasbar û nayê fêmkirin." GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DORVEGER DI ROJA 9'EMÎN DE YE Li girtîgehên Tirkiye û herêmê, girtiyên PKK û PAJK'î di 15'ê Adarê de bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyan, di mercên azad de pêkanîna muzakereyan, devjêberdana sepandinên binpêkirina mafan ên li girtîgehan û dawîlêanîna sepandinên şewitandin û rûxandina gundan, dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku 9 roj e di grevê de ne, ragihandibûn ku dê greva wan bi awayekî dorveger heta 15 Nîsanê bidome. Girtiyên ku ji roja ketine grevê heta niha, gelek caran sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Her wiha girtiyan ev hişyarî kiribû: "Heke daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin û xurtir bikin."