Rojnameger Nujiyan a KDP'iyan ew li Şengalê birîndar kir jiyana xwe ji dest da 2017-03-23 11:09:30 ŞENGAL - Rojnameger Nujiyan Erhan a di 3'ê Adarêde di êrîşên PDK’ê de bi giranî birîndar bû piştî têkoşîna 20 rojan, şevê din jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Nujiyan Erhan. dema komên çekdar ên girêdayî PDK’ê di 3’ê Adarê de li dijî bajarokê Xanesorê ya Şengalê êrîş pêk anîn nûçe dişopand. Erhan dema nûçe dişopand bi guleya pêşbergeyan ji serê xwe ve bi giranî birîndar bûbû, ji bo tedaviyê rakiribûn nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê. Erhan a bi rojane di beja lezgîn de tê tedawîkirin, li rexmê hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin piştî 20 rojan şevê din jiyana xwe ji dest da. Tuba Akyilmaz (Nujiyan Erhan) li Hîlvan a Rihayê hatiye dinê. Akyildiz ku navê bavê wê Salih û navê dayika wê Duriye ye ji bo rawestîna çek û bi dawîbûna mirina ciwanan, çalakiya mertalên zindî ji Rihayê beşdarî meşa mertalê zindî bûbû. Erhan jî tev li mertalên zindî bûbû. Ji bo bal kişandina ser vê çalakiyê di 2005’ê de derbasî Qendîl bûn. Erhan ku cara yekem hat çiyê ji ber dewletê ti bersiv neda çalakiya wan bi vê boneyê li çiyê ma û biryara mayîna dinava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê da.