QSD ber bi navenda Tabqayê ve diçe 2017-03-23 11:26:17 REQA - Operasyona "Xezaba Firatê" ya QSD'ê ji bo rizgarkirina Reqayê da destpêkirin bi operasyona azadkirina navçeya Tabqayê ve berdewam dike. Hate hînbûn ku operasyona ku ber bi navenda Reqayê ve dê bê destpêkirin jî ber bi dawiyê ve hatiye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyona Reqayê de gav bi gav gihiştin navçeya Tabqayê. Di operasyona ku berdewam dike de 100 gund hatin azadkirin, bi dehan gundik û qadên stratejîk ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, di şer de bi sedan DAIŞ'î hatin kuştin. Bi dehan DAIŞ'î jî hatin dîlgirtin. Bajarê ku xwedî bendava herî mezin a Rojhilata Navîn e, baregeha leşkerî ya hewayî heye û 50 kîlometre durî Reqayê ye. Navçeya ku 60 hezar nifûsê wî heye ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate dorpêçkirin, li hundirê navçeyê şer li ber derî ye. Tabqa ya ku di 2014'an de DAIŞ'ê ji rejîma Sûriyeyê girt li navçeyê 160 leşkerên rejîmê hatin înfazkirin, li navçeya ku di heman demê de barageha leşkerî ya hewayî heye jî DAIŞ'ê gelek balafir desteser kiribû. Lê ji ber ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê bajar hedef girtin, DAIŞ'ê nekarîbû balafirên desteser kir bi kar bîne. Bendava Tabqayê ya nêzî 60 metre bilnd e, 4 metre û nîv fireh e bendava herî mezin a Sûriyeyê ye enerjiya ku li vir tê hilberandin li Federasyona Sûriyeya Bakur û Rojava tê belavkirin. Bi rizgarkirina bendava Tabqayê ji bakurê Reqayê heta Kantona Cizîrê dikare pirsgirêka ceryanê çareser bike û dê projeyên avdaniyê jî pêk bê. DAIŞ ji ber hamleyên QSD'ê gav bi gav paşve diçe, bi rizgarkirina Tabqayê ve jî dê têkiliya DAIŞ'ê bi Reqa û Helebê jî bê qutkirin. Bi taybetî li ser vî xetê DAIŞ ji Reqayê alîkariya leşkerî dişîne Babê û ev xeta DAIŞ'ê dê bê qutkirin, li dora Helebê bi temamê bê dorpêçkirin. Li aliyê din leşkerên QSD û Amerîkayê yên ku bi paraşûtan daketin herêmê jî dê piştgiriyê bidin operasyona Tabqayê û bi çekên ku hatine bi cihkirin ve jî tê gotin ku di demeke kin de Tabqa ji DAIŞ'ê bê rizgarkirin. Ev hamle ligel îtirazên Tirkiyeyê ya ji bo tevlibûna hêzên QSD'ê ya operasyona Reqayê piştgiriya hêzên koalîsyonê ya ji bo QDS'ê tê şîrovekirin. Di operasyona QSD'ê ber bi Tabqayê da destpêkirin de ji niha ve gundên derûdorê hatine rizgarkirin û tê gotin ku dê têkîldarî operasyonê daxuyanî bê dayîn. Nazim Daştan - dîhaber