Gotinên dawî yên Kemal Kurkut 2017-03-23 12:13:26 AMED - Kemal Kurkut ê ku li Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin derket holê ku ji polîsên ku qîr kirine aciz bûye, çûye ji qesabekî nêzî cihê bûyerê kêr girtiye û ji ber nîqaşa bi polîsan re kiriye gelek hêrs bûye, krîz derbas kiriye. Kurkut bi gotina "Ma çi heye, çi, li ser min çi heye" qîr kiriye, di çenteyê Kurkut ê ku tê gotin 'yê bombekarê zindî ye" jî pirtûkên helbestan û cilên wî derket. Têkîldarî qetilkirina xwendekarê Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de dema xwest biçe Parka Newrozê, li ser cadeya Evrîm Alataş ligel ku nîvtazî bû jî bi gumana "bombekarê zindî" ji aliyê polîsan ve hate kuştin agahiyên girîng hatin bidestxistin. Kemal Kurkut ji bo beşdarî Newrozê bibe bi şev ji Meletiyê li otobusê siwar bû saet di 07.00'an de hate Amedê. Kemal ê ku bêyî agahiya malbata xwe hatiye Amedê hate hinbûn ku piştî Newrozê dê li Amedê çend rojan li cem birayê xwe yê li vir dijî bimîne. Kemal ê ji otogarê hate Qada Newrozê berê xwe da têketina deriyê hejmar 04 ê li ser cadeya Evrîm Alataş a ku tenê xebatkarên protokolê û xebatkarên çapemeniyê derbas dibûn. Ji ber ku serê sibehê gelek zû bû li vir tenê polîs, çend rojnameger û çend mirov hebûn. 'GAZA WE YA ÎSOTÊ TUNEYE/' Li vî noqteyê saet di 08.04'an de înfaza bêdaraz çêbû. Rojnamegerên ku li vir li bendê bûn ku bikevin hundir şahidiya ku Kurkut di nava dehan polîsan de nîvtazî ye, di destê wî de kêr û peta avê heye polîs jî li vir ewil gule berdidin hewa piştre jî gule berdan Kurkut, kirin. Di bûyera ku ji nişkave pêk hat de amîrekî polîsan ligel ku gotina "Çekên xwe daynin, gaza we ya îsotê tuneye bavêjin" bi kar anî jî polîsan Kurkut kuştibûn. Kurkut çend gav avêt û li erdê ket. Kurkut ancax piştî 20 deqîqe li ambulansê siwar kirin lê wî êdî jiyana xwe ji dest dida. DIKARIBÛN BI SAXÎ BGIRIN Kurkut bi tena serê xwe hat noqteya lêgerînê û ji aliyê walîtiyê ve di daxuyaniya ku hat dayîn de hate gotin ku bi gumana "bombekarê zindî" hatiye kuştin jî beriya bê kuştin jî di wêneyan de tê dîtin ku çente li ser tuneye û nîv tazî ye. Ev yek bi awayeke zelal tê dîtin. Piştî înfazê polîsan wênekêşên rojnamegerên li wir kontrol kirin û format avêt wênekeşên wan. Di bûyera ku bi dehan rojnameger bûn şahîd de tê dîtin ku polîsan bi rehetî dikaribûn KUrkut bidin rawestandi an jî bi copan bê bandor bikin, ligel ku ev derfet hebû jî di çend metreyan de gule hat berdan hate kuştin. KÊR JO QESAB GIRT Di bûyera ku heta vê derê rojnamger bûn şahid de, pirsa ku Kurkut çima bi kêr û nîvtazî hat noqteya kontrolê hat hişê mirovan. Lê hate hînbûn ku Kurkut di noqteya lêgerînê de bi polîsan re nîqaş kiriye, rastî heqeretê hatiye û gelek hêrs bûye krîz derbas kiriye. Piştî nîqaşê Kurkut kêra di destê xwe de ji qesabekî nêzî Qada Newrozê girtiye. Qesabê ku nexwest navê xwe bide piştî bûyerê nîvê şevê li emniyetê îfade daye. Xwediyê dikanê der barê roja bûyerê de axivî û diyar kir ku serê sibehê ber bi saet 08.00'an li dikanê tenê bûye û pişta wî li reyonê bûye û goşt hûr dikir, di vî navberê de ciwanê ku hatiye hundir gotina "quwet be" bi kar aniye û wî jî berê xwe daye, di vî navberê de ciwan li ser reyonê kêr hildaye û reviya ye. Esnafê ku şahidê bûyerê ye wiha berdewam kir: "Bi lez pişta xwe zivirand û xwest ji dikanê derkeve. Min jî ji çenteyê wî girt. Ji ber ku xwest bireve destê min li cama reyonê ket û jê bû. Mecbûr mam berdim. Piştre ez jî derketin derve. Ji xaçeriyê ber bi deriyê têketinê ve bi lez direviya. Polîsên ku li xaçeriyê dîtin ciwan direve pirsa 'çi bû7 ji min kirin. Min jî gote ciwan kêr hildaye û banzdaye, dibe ku ji bo bi henekan re pevçe çûye. Li ser vê li xaçeriyê 2-3 polîs jî li pey wî reviyan." Qesap diyar kir ku 3-4 deqe piştî Kurkut ji dikanê derket bihîstiye ku jiyana xwe ji dest daye û ji berk u ew ne daye sekinandin wijdena wî ne rihete. Ajokarekî din ê ku bûye şahidê bûyerê jî da zanîn ku ciwanekê got “Ez emînin ku Kurkut e” û wiha got: “Polîsan li qunçekê we girtibûn û li ser wî qêr dikirin. Ez sedema wê nizanim.” ‘DEMA POLÎSAN GOT CILÊ XWE DERXÎNE QIRÎZ DERBAS KIR’ Birayê Kurkut Ferhat Kurkut ê ku li Amedê dijî û me derbarê bûyerê de pêre axivî hêjî di şoqê de ye. Kurkut ku agahiyên esnafan daye ew jî dibêje wiha pêde çû: “Dema 50 polîsên li ber derî dîtin ku 2 3 polîs li pey birayê min dibezin ew jî dikevin pêy birayê min. Polîsên li ber deriyê ketina hundir, dema çek dirêj kirin birayê min diraweste, dibêje ‘tiştek li ser min tune ye’ polîs jê dixwazin ku çente û cilên xwe derxîne, birayê min bi polîsan re diveke nîqaşê lê tiştên dixwazin jî dike. Birayê min bi atlet dimîne, bi meş nêzî polîsan dibe. Dema polîsan xwest ku birayê min atletê xwe jî derxîne li gorî kesên bûyer ji me re vegotine birayê min qîr dike û dibêje ‘Çi li ser min heye çi?’ û atlete xwe deerdixîne. Birayê min ji ber qirîz derbas dike dike qîr û diaxive. Ji xwe piştre bûyer hat jiyîn.” DI ÇENTE DE NE BOMBE PIRTÛK HEBÛN! Derbarê çenteya ku di daxuyaniya walîtiya Amedê de hat gotin ku “Di çentê min de bombe heye ezê we hemûyan bikujim, bi şika Bombeyê Zindiye polîsan mudaxale kiriye û jiyana xwe ji dest daye” ket rojevê de daneyên girîng derketin holê. Bira Kurkut da zanîn ku birayê wî ji bo bi trena saet 03.00’an de bê Amedê di saetên derengiya şevê de bi dizîkî ji mal derdikeve û wiha got: “Di çenteyê wî de cil, pirtûk û derfterên wî hebû. Wê şevê tren nêzî saetên hatinê tê betalkirin. Otobusên fîrmayekê kesên li benda trena hatiye betalkirin sekinîbûn girtine û anîne Amedê û birayê min jî wiha hatiye.” Piştî înfazê kesên ku çenteyê Kurkut li ser rê dîtin gotin ku di çente de pirtûk û cil hebûn. Her çiqas Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de bêje: “Kesekê ku bi çenteyê pişte xwest bikeve qadan mîtîngê ji bo ewlehiya qadê bê parastin hêzên ewlehiyê xwestiye lêgerînê pêk bîne lê kes nehiştiye lêgerîn pêk bê gotiye ‘Di çenteyê min de bombe heye ez ê we hemûyan bikujim’ bi kêrê êrîşî hêzên ewlehiyê kiriye û ber bi qadê ve reviyaye. Kes ligel hemû hişyariyên hêzên ewlehiyê jî kêra deste xwe de ne avêtiye û reva xwe ya ber bi qadê ve domandiye. Li ser kesê mijara gotinê dibe ku bombeye zindî be ji bo ewlehiya canê kesên li qadê, li nokteya lêgerînê hêzên ewlehiyê mudaxeleyî kes kiriye” jî li qadê lêgerîna bombeye hatibûkirin hêjî ji mîtîngê re 3 saet mabûn û li qada înfazê kesek tune bû. WALÎTIYÊ CAREK DIN NE GOT ‘ÇENTE’ Walîtî, ligel ku li ser bûyerê re evqas dem derbas bûye jî derbarê ji çenteya ku bûye sedema şikê çi derketiye de tu daxuyanî ne daye. Rojnamegerên li cihê bûyerê jî bûn, gotin ku piştî Kurkut rakirin nexweşxaneyê polîsên ku çente lêgerîn kirin ji çente cil, lênûsk, pirtûkên helbestan derxistine. Nurî Akman - dîhaber