Golbaşi ji 'erê' de dibêje 'Na', ji 'Na' re dibêje erê 2017-03-23 12:41:57 ENQERE - Her ku referandum nêzîk dibe amadekarî û xebat jî zêde dibin. Herî zêde çaê hikûmetê li Enqere, Stenbol Îzmir û metrepolên mezin e. AK Partî ji bo xwe Golbaşi wekî herêma pîlod dibîne. Lê gelên Golbaş ji bo politîkayên AK Partie û MHP'ê re dibêje 'Na' Gelê Golbaşi ji muxalifên ku xebatên 'Na' dimeşîne re jî dibêje erê. Referanduma 16'ê Nîzanê hindik man. Di 15'ê Tîrmehê de Serokatiya Daîreya Tevgera Taybet hatibû bombekirin. Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabû. Navçeya Golbaşi ya Enqereyê ku Tevgera Taybet lê hatibû bombekirin carek din ketibû rojeva Tirkiye. Li navçeya ku wekî remz e, dewlet polîtîkayên taybet lmi wir dide meşandin. Hikûmeta AK Partiyê Golbaşi ji bo xwe wekî herêmek pîlot girtiye dest û razemeniyên taybet lê dike. Golbaşi ku dîsa bi xweza û golên xwe yên wekî Eymir û Mogan baê dikişîne, bi avahiyên balaxaneyan jî balê dikişîne ser xwe. Li navçeya ku depoya dengê mufazakar e nifûsa wê 130 hezar e. Ji sedî 70 hilbijêrên wê AK Partû û MHPî ne. CHP'ê ji sedî 22 û HDP'ê jî ji sedi 5 deng girtin. HILBIJÊRÊN MHP'Ê: EM HATIN XAPANDIN Piraniya hilbijêrên MHP'ê wekî ku hatibin xapandin xwe dibînin û diyar dikin ku dê di referandumê de dengê 'Na' bavêjin sindoqê. Gelek hilbijêrên AK Partiyê jî aşkere nekin jî nerîn û fikra wan "Na" ye. Gelek hilbijêrên MHP'ê ji ber tifaqa bi AK Partiyê de dibêjin 'Em hatine xapandin." Welatiyên ku li Kiratxaneya Karadenîz a li ser rêya AK Partî ya navçeya Golbaşi diyar kirin ku dê bêjin 'Na' Welatî Yusuf Kose û Îbrahim Bircan ku niqaşên referandume dikirin diyar kirin ku dê bêjin 'Na' Îbrahîm Bîrcan ê 68 salî anî ziman ku bi salan çotkarî kiriye û bi salan dengê xwe da AK Partiyê û wiha got: "Ez dê di referandumê de bêjim 'Na'. Berê çend partî di meclîsê de hebûn. Lê niha partiyek tenê li meclisê biryarê bide. NIHA JÎ DEWLETE DIFIROŞIN Welatî Yusuf Kose, jî anî ziman ku Serokomar gotiye "Got ez Komara Tirkiye difiroşim. Ji xwe difiroşe. Dewlete difiroşe." Hilbijêrê MHP'ê Yusuf Kose yê 65 salî jî anî ziman niqaşên di navbera Tirkiye û Ewropa de erênî ne û wiha got: "Ez dê vê carê bêjim 'Na' Zavê xwe kir wezîr. Keça xwe kir şêwirmend. JI REJÎMA YEK ZILAMÎ RE DIBÊJIN NA Hilbijêrê MHP'ê Nurullah Danaci û hilbijêrê CHP'ê Kenan Şehîrlîoglu ku sohet dikin jî bi biryarin ku bêjin 'Na' Danaci û Şehidoglu anîn ziman ku Erdogan dixwaze bibe diktator û ji ber vê yekê dibêjin 'Na' Danacî ani ziman ku ew dibêje 'Na'. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli paşve gav avêt. Hêj duh heqaret li Erdogan dikir. îro bi wîre bûye yek. Ev tiştekî qirêj e' Ez li diji helwesta Bahçelî dibêjim 'Na' 'KENGÎ TÊKEVE ZORÊ DIÇE HILBIJARTINÊ' Hilbijêrê CHP'ê Kenan jî diyar kir ku fikarên wan zêde ne û dê bêjin 'Na' Kenan, jî anî ziman ku Erdogan kengî têkeve zorê hilbijartinê dike û êdî ew vê yekê qelûl nakin. Welatiyê bi navê Eyup Taştan jî ji şaredariya, AK Partilyê bi gilî ye. Taşkan, anî ziman ku heta niha dengê xwe dida AK Partiyê lê dê di referandumê de bêje 'Na' Selami Aslan - dihaber