Baydemîr: Ger kurd bibin yek nikarin Kemalan qetil bikin 2017-03-23 12:47:18 AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr têkîldarê Newroza 2017'an axivî û ji bo qetilkirina Kemal Kurkut nirxandina "Li hemberî kesên beşdarî Newrozê bûn kîn e" kir û wiha got: "Qadên Newrozê careke din nîşan da ku divê kurd yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku kurd bibin yek nikarin Kemal Kurtan qetil bikin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkîldarî Newroza 2017'an li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdavka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr , û endama TJA'yê Ayşe Gokkan beşdar bûn. BAYDEMÎR: QETILKIRINA KEMAL KURKUT ÎNFAZ E DIŞOPÎNIN Baydemîr ewil têkîldarî qetilkirina ciwanê bi navê Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin axivî û wiha got: "Kemal Kurkut 300 metre durî qada Newrozê hate qetilkirin, em şermezar dikin û dibêjin nayê qebûlkirin. Em ji bo malbat û gelê kurd sersaxiyê dixwazin. Bûyer li ber çavên kesên ku li qada Newrozê peywirdar bûn û hewl didan qadê amade bikin pêk hat. Bûyer li ser cadeya Evrîm Alataş li ber deriyê hejmar 04 çêbû. Ji destpêka bûyerê heta niha em dişopînin. Êrîşa heyî înfaza bêdaraz e, cînayet e. Kesekî ku bedena wî nîvtazî ye, di destê wî de kêr heye kuştina wî ne mirin e. Ji destpêka bûyerê em bi Walîtiya Amedê re ketin nava têkîliyê. Me fikarên xwe parve kir û pêşditinên xwe parve kir. Di hevdîtina ku me duh bi walî re kir de me xwest ku kiryarên bûyerê ji kar bên durxistin û bên girtin. Cîneyata ku di tarîtiyê de bê hiştin dê ji bo cînayetên nû bingeh e. Ji ber vê yekê jî em ê bibin şopdarê vî. 'LI HEMBERÎ KESÊN BEŞDARÎ NEWROZÊ BÛN KÎNA XWE NÎŞAN DAN' Armanca vî înfaza bêdaraz ji bo ku Newroz neyê pîrozkirin provokasyon e. Saet di 08.00'an de heta ku gel belav bibe li dijî dikê, axaftinan, qadê texrîk hebû armanc gelo daxwaza gelê Amedê Newrozê pîroz nekin bû? Ronîkirina bûyerê dê bê wateya dîtino bingeha nehiqûqiya ku 2 sal in li gel tê ferzkirin. Ya heyî gumana bombekarên zindî nebû li hemberî kesekî ku tevlî Newrozê bûye kîn e. 'BIRÊZ SEROKWEZÎR, HÛN Ê VÎ CÎNAYETÊ NEBÎNIN?' Ez li vir bang li Serokwezîr dikim; We bi sed hezaran kesên ku beşdarî Newrozê bûn nedît. We ev gel, ev netewe nas nekiriye. Gelo hûn ê vî cinayetî nebînin? Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Dadgê wezîrên kabîneya we ne. Em ê wekî HDP'ê li pey vî cînayetê bernedin. Rewşekî din a qasî cînayetê wahîm e jî dema ku cenaze di 22'yê Adarê de cenaze ji bo bê definkirin bibin rewşa neexlaqî û nehiqûqî berdewam kir. Ava morgê hate qutkirin, wesayîta cenaze nehat dayîn. Parlamenterên me û malbatê cenaze birin lê vî jî xwestin asteng bikin. Cenaze li cihe din ancax hate definkirin. Mafê jiyanê ya ciwanekî ji destê wî hate girtin, ev jî têrê nake zilmê li malbatê jî dikin. Em vî pêkanînê şermezar dikin. 'BI SEDHEZARAN JI POLÎTÎKAYÊN XIRAKIRINÊ RE GOTIN NA' Armanca esasê astengkirin û provokekirina coşa Newrozê bû. Em spasiyên xwe li sedhezaran kesên ku xwedî li Newrozê derketin dikin. Ligel astengkirina bi sedhezaran kes li dijî polîtîkayên zilmê derketin û gotin 'Na'. Gotin polîtîkayên xirakirinê çareserî nîne bi vî zanebûnê gotin 'Na'. Riya ku Newroza 2017'an vekir bû riya ku me dibe 'Na' û azadiyê." 'GEL NÎŞAN DA KU SIYASETA QIRKIRINÊ NAS NAKE' Li ser pirsa rojnamegerekî ya "Ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê hêviyeke we heye" jî Baydemîr wiha got: "Gelê ku beşdarî Newrozê bûn rê nîşanî hikûmetê da. Bi milyonan kesan ji hikûmetê re gotin ku em ê dev jî nir û azadiya xwe bernedin. Gel di Newrozê de nîşan da ku di kîjan noqteyê de ye û li hemberî siyaseta şîdetê sekna xwe nîşan da. Em jî bi vî daxwazê re ne. Kesên ku êşa gel wekî êşa xwe nabînin parçe bûn. Ger ku ji niha û pêva hikûmet êşa gel, kêfxweşiya gel parve neke dê parçe bibe. Newroza 2017'an dê cihê xwe di dîrokê de bibîne. ‘GER KURD BIBIN YEK DÊ KEMAL NEYÊN QETILKIRIN’ Hemû Newroz bûn qadên rênîşandanê. Carek din nîşan da ku divê kurd yeketiya xwe ava bikin. Ger kurd bibin yek dê Kemal neyên qetilkirin. Gelê kurd dê di sedsala 21’an de yekitiya xwe ava bikin. Newroza 2017’an ji gelek aliyên ve Newrozek dîrokî bû. Ji bo derketina ji OHAL’ê deriyek vekiriye. Bi zilm û zextan nikarin gev bi gel bidin avêtin. Ev Newroz bû Newroza pêçana birînan. Kesên ku nebin şirîkê êşên gelan mehkumî rizînê ne. Divê vegerin vê riya ku vîna neteweyî nîşan daye. Bi milyonan kesên derketin qadan û ji xweliya xwe ji nû ve vejîn dê di 16’ê Nîsanê de jî vîna xwe nîşan bidin. Li pêşiya gelê me bihara azadiyê heye.” ŞÎMŞEK: EM Ê NEWROZÊ BIGIHÎNIN REFERANDUMÊ Cigirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, spasiya gelê di Newrozê de harikîn qadan kir û wiha pêde çû: “Di kesayetiya Botanê de em hemû gelê me yê li Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn qadan û daxwazên xwe anîn ziman bi rêzdarî silav dikin. Gelê me li qadan bersiv da êrîşên li ser destkeftiyên me. Xwedî li pêvajoya Birêz Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’yan de danî holê derketin. Gotina gelê me gotina me ye. Em ê vê bibin refeandumê û em ê carekdin deynin holê. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan, da zanîn ku peyamên ji bo yekitiya kurdan hatin dayîn girîng bûn, jinan qad azadkirin û riya gel vekir. KOÇYÎGÎT: LIGEL QETLÎAMAN JÎ GEL XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA XWE DERKET Hevbserdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku peyamên ku gelê kurd û tirk li qada Newrozê dan gelek girîng bû û wiha domand: “Newroz ji polîtîkayên AKP’ê re bersiv bû. Ligel qetlîamên li Kurdisantê hatin jiyîn jî gel nîşan da ku dê teslîm nebin û xwedî li têkoşîna xwe derketin. Ji bo Newrozê xirabikin me şahidiya provokasyonan kir. Di Newroza Amedê de ciwanê bi navê Kemal Kurkut bêyî darizandin hat înfazkirin. Lê biyrabûna gel a ji bo aştî û azadiyê ev lîstik vale derxistin. Em ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ku kesê qetlîam pêk aniye divê bê darizandin. Gelê me di Newroza 2017’an de qerta sor nîşanî AKP’ê da û dengê xwe diyar kir. Dê di 16’ê Nîsanê de hilbijartina girtî bê kirin û dê gelê Kurdistan û Tirkiyeyê bêje Na. Hûn çi dikin bikin nikarin çong bi me bidin danîn û teslîm bigirin. Em wekî HDK hemû gelê xwe yê çar perçeyan ên tevlî Newrozê bûne silav dikin. Bi saya wan li welat deriyê ronahiyê vebûye.”