Dema binçavkirina rojnameger Demîr hat dirêjkirin 2017-03-23 13:13:52 ENQERE - Dema binçavkirina rojnameger Hayrî Demîr ê di serdegirtina malê de hat binçavkirin hefteyek hat dirêjkirin. Dema binçavkirina nûçegihanê e Hayrî Demîr ê ku di 16’ê Adarê de, di serdegirtina mala xwe ya Enqereyê hat binçavkirin 7 roj hat dirêjkirin. Demîr 8 roje li şaxa TEM’ê ya Midûryeta Polîsan tê ragirtin. Rojnameger Demîr bi îdîaya “Li ser navê PKK/KCK’ê xebatan dide meşandin” tê sûcdarkirin. Biryara veşartî ya li ser dosyaya Demîr didome.