Lîceyî: Di 93'an de bi ser neket niha jî bi ser nakevin 2017-03-23 13:19:22 AMED - Operasyona leşkerî ya bi 10 hezar polîs, leşker û cerdevan li Lîcê ji 5'ê Adare de dest pê kir bi dawî bû. Welatiyên ku 15 rojan di bin dorpêça leşkeran de man, diyar kirin ku bi operasyon, kuştin û şewitandinê di salên 93'an de bi ser neketin û dê niha jî bi ser nekevin. Li Licê di 5'ê Adarê de hikûmetê bi 10 hezar leşker, cerdevan û polîsan li 18 gundan operasyon pêk anîn û operasyona 10 hezar leşker û polîsan piştî 15 rojan bi dawî bû. Piştî qedexeya derketina derve ya kolanan bi dawî bû, 10 hezar leşker, polis û cerdevanên ku li herêma Lîce, Dara Hênê derketibûn operasyonê hêza xwe paşve kişand. Hat zanîn ku operasyon di 21'ê Adarê de bi dawî bû. Artêşê wekî operasyona herî mezin bi nav kir. Wezîrê Karên Hundir Soylu û Fermandarê Cendirmeyan şev nîvê şevê çûn Licê û xwest moral bide wan. Ketin û derketina ser gundan qedexe kir û zexîre ji ser welaiyan qut kir. Her çend Walîtiya Amedê diyar kir ku qedexeya derketina derve di 16'ê Adarê de bi dawî bûye jî dorpêç û qedexeşan berdewam kir. Di 19'ê Adarê de li Lîcê pevçûn derket û li herêma Zengesorê Serpel û çawîşekî pispor hat kuştin. Piştî şer dîsa qedexeya derketina kolanan dest pê kir û di 21'ê Adarê de leşker, polîs û cerdevanan paşve kişiyan. 'HÛN CIHÊN WAN NEBÊJIN EM DÊ GULE BERDIN SERÊ WE' Welatiyên ku 2 hefteyan di malê xwe de hatin hepiskirin piştî qedexe bi dawî bû bertekên xweyên li dijî hikûmet û artêşê anîn ziman. Welatiyan anîn ziman ku ji ber qedexeyê nekarîbûn sewalên xwe derxin çêrê û nekaribûn pêdiviyên xwe temîn bikin. Welatiyan anîn ziman ku polîs, leşker û cerdevanan bi dehan caran bi ser malan de girt û û îşkenceya derûnî li ser wan meşand. Welatiyan anîn ziman ku leşkeran çek li wan kişand û gotin 'Ger ku hûn cihê wan nebêjin em dê we bikujin" Yek ji gundê ku hat dorpêçkirin Gundê Spînî yê di sala 1993'an de nifûsa wî 3 hezar bû, di serdema qedexeyê de bi dehan caran polîs û leşkeran bi ser gund de girt. Welatiyan dîsa li dijî serdegirtina malan û zextên leşkeran seri nedanî. Welatiyên ku gundê wan hat dorpêçkirin ji ber dorpêçê nekarîbûn Newrozê pîroz bikim û Newroz di tv de demaşe kirin. Li Gundê Çemê Elîka û gundê Xerabê jî welatî bi hefteyan di malê xwe de hatin hepiskirin. Welatiyên ku bi rojan li dijî operasyona leşkeran di ber xwe dan, diyar kirin ku leşkeran gef li wan xwarin. Welatiyê Gundê Çemê Elika Feyziye Nazlier, diyar kir ku di salên 93'an de nekarîbun gundê wan vala bikin û wan ji axa wan vala bikin û wiha got: Piştî di salên 93'an de gundê me vala kirin 10 sal şûnde em dîsa vegeriyan gundê xwe. Lê piştî sal derbas bûn dîsa xwestin wekî salên 90'an gundan vala bikin. Çawa wê demê bi ser neketin û nekaribûn me ji axa me qut bikin niha jî nikarin me ji axa me qut bikin û nikarin bi ser bikevin. '4 CARAN BI SER GUNDÊ ME DE GIRTIN' Nazlier wiha axivî: "6 leşkerên ku bi ser mala me de girtin ji me re gotin terorîst li kû ne bibêje, ger nebêjî ez ê gule berdim serê te, gefa kuştinê li me xwarin. Piştre jî ber bi mala min ve hatin û pehn avêtin. Li malê gêgerîn kirin, tiştên me şikandin. Gefa ger ku li gund terorîstek jî derkeve em ê van gundan bi serê we de hilweşînin li me xwarin. Leşkeran ji me re gotin li kîjan gundê terorist hebe me bibin wir gundiyan dema ku gotin me tiştek nedîtiye zêdetir pêkûtî dikirin. Herî kêm 4 caran li mala me lêgerîn kirin. Pînikên mirîşkan jî şewitandin. Bi gotin we li van deran terorîst veşartine sewalên me belav kirin. Li Licê di bin navê operasyona mezin de operasyonên ku dikin wan pûç dike. Gundiyan hedef digirin. Ji ber bombebaranê em nikarin biçin çiyayên xwe. Ligel ku bihar hate jî em nikarin sewalên xwi bibin çiya. Dema ku operasyon berdewam dikir em hemû gundî li malekî kom bûn. Şehîdgen xira kirin. Tehamulî goristanan jî nakin. Gel dê dîsa wan goran çêbikin. Li Licê ji 93'yan heta niha operasyon dikin lê li vir tikarin tiştekî bi dest bixin." 'JI VAN OPERASYONAN ENCAM NAYÊ GIRTIN' Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku dema ku leşker dihatin gund dijun li jinan dikirin û pêkûtî kirin û wiha berdewam kir: "Dema ku leşker hatin mala me heqeret li me kirin. Dijûn kirin. Min jî gote ma tu şerm nakî zarok ditirsin. Leşker gotina bêdeng be hevserê te tune, hûn terorîstan dihewînin, em dizanin. Leşkeran cenazeyên HPG'iyan nîşan dan û gotin me îro 4 terorîst kuştine, hûn xemgîn bûne? Dê rojeke dor bê we jî. Ligel ku zarokên min tirsiyan jî berê çekên xwe dan me, mala me serobino kirin. Riya gundên me leşkeran girtin. Bi rojan nedixwestin em biçin malên xwe. Bi saetan bombebaran kirin. Hê operasyon bi dawî nebûbû bi ser gundê me de girtin. Ligel ku tiştek tunebû jî leşker ji bo me biçewisînin gundiyan tehdîd dikin. Bi salan e operasyonan dikin encam negirtin. Ji operasyona ku dibêjin operasyona herî mezin a salên dawî ye jî dê encamê negirin. 7 hezar, 10 hezar polîs leşker, cerdevanan gundan belav kirin. Çi kirin çend ciwan kuştin. Jibilî vî ma tişten heye. Bi vî rengî nikarin encamê bigirin. Em wan naxwazin. Em li mal u çiyayên xwe dixwazin azad bijîn." Gundiyan diyar kirin ku leşkaran "Şehîdgeha Şehîd Harun" xira kirine ji ber vê yekê gelek bi hêrs in. Gundî ji ber xirakirina goran gelek bi hêrs in. Piştî operasyonê li ser riya Licê noqteyê kontrolê hatin danîn, li qeleqolê hemû wesayît tên rawestandin û lêgerîn tên kirin. Li çoltera Licê li gelek cihan qeleqol hatine avakirin li têketina navçeyê kamera hatine bicihkirin.