Bagok bi helîkopteran tê bombebarankirin 2017-03-23 13:39:15 MÊRDÎN - Li 10 gundên aliyê çiyayê Bagokê ya Nisêbînê dimîne û ev 3 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike, bombebarana helîkopteran pêk tê û serê sibê jî sewqiyata leşkerî ji bo herêmê hat kirin. Li taxên Yakinca, Bahmînîn, Kalelî, Guzelsu, Yol, Dîbek, Uçyol, Dagîçî, Şekrîn û Eskîhîsar ên navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya 3 roj ewilî hatibû îlankirin operasyonên hatibûn destpêkirin berdewam dike. Operasyon zêdetir li çoltarên gundan û kuntara çiyayê Bagokê berdewam dike û leşker li ser girên bilind hatine bicihkirin. Leşkerên herêm dorpêçkirina nahêlin welatî ji malên xwe derkevin. HERÊM BI HELÎKOPTERAN TÊ BOMBEBARANKIRIN Ji navenda Mêrdînê jî serê sibê ji bo herêma lê operasyon heye gelek helîkopter rabûn. Her wiha hat zanîn ku herêm ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin. Li gorî agahiyên ji welatiyên gundên herêmê hatin wergirtin jî li çoltara herêmê hin caran dengê çekan bilind dibe û bombebarana helîkopteran bi awayek dijwar berdewam dike. Welatiyan destnîşan kir ku îro jî gelek leşker sewqî herêmê hatiye kirin.