Derhêner Altay hat berdan 2017-03-23 13:45:28 STENBOL- Derhêner Veysî Altay ê ji bo biçe Almanyayê dema hat balfirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hat berdan. Derhêner Veysî Altay ê ji bo biçe Almanyayê dema hat balfirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê hat binçavkirin. Altay ê ji bo doza ku der barê wî de li Êlihê hatiye vekirin, hate binçavkirin birin Edliyeya Anadolu ya Kartalê. Altay piştî ku li vir îfadeya xwe da hate berdan. Der barê Altay de ji ber afîşên belgefîlma "Nû Jîn" a li Êlihê hate pêşandin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn hatibû vekirin.