'Divê rojnameger li hemberî kuştinan bêdeng neminin' 2017-03-23 13:48:08 AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji bo rojnameger Nujiyan Erhan a di êrîşên PDK’ê de ya Şengalê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da û bang li hemû rojnamegeran kir ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û yekîtiyê ava bikin. Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, ji bo rojnameger Tuba Akyilmaz (Nujiyan Erhan) a di 3'ê Adarê de di êrîşên PDK’ê de bi giranî birîndar bû piştî têkoşîna 20 rojan jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. Înîsiyatîfê diyar kir ku rojnameger Nujiyan Erhan dema li Şengalê êrîşên pêşmergeyên PDK'ê yên li dijî Şengalê dişopand bi guleya pêşbergeyên PDP'ê ji serê xwe birîndar bû, piştî 20 roj li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Înîsiyatîfê, da zanîn ku rojnameger Nujiyan Erhan ji bo rawestîna çek û bi dawîbûna mirina ciwanan, tevlî çalakiya mertalên zindî ya li Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin bûye û ev tişt anîn ziman: “Ji bo bal kişandina ser vê çalakiyê di 2005’ê de derbasî Qendîlê bûn. Tuba piştî di sala 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir, wekî rojnameger derbasî Şengalê bû û di salên dawî de li Şengalê rojnamegerî dikir.” Înîsiyatîfê, dest nîşan kir ku di pêvajoya ku şer li Kurdistanê û herêmê belav dibe de, rojnamegerên ku di nava şer de rastiya şer dinivîsin û bi civakê re parve dikin dibin hedef û tên kuştin û ev tişt parvekirin: “Bi taybetî rojnamegerên di şopa heqîqetê de tev digerin dibin hedefa hêzên dagirker û mêtînger. Hêzên ku dixwazin li ser gelên herêmê desthilatdariya xwe ava bikin û lîstikên wan ji aliyê rojnamegeran ve tê teşîrkirin rojnamegeran dikin hedef. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad êrîşên li dijî rojnamegeran şermezar dikin û dixwazin hemû rojnameger li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiye bi fermana hikûmetê rojnameger tên girtin û rastî gefan tên. Li Herêma Federal a Kurdistanê jî rojnameger tên kuştin. Di salek dawî de rojnameger û nûcegihanê Roj Newsê Vedat Huseyîn Alî li Duhokê hat kuştin. Nuçegîhana Rûdawê Şîfa Gerdî li Mûsûlê ji aliyê DAÎŞ'e ve hat kuştin. Herî dawî Rojnameger û Nîvîskara Ozgur Polîtîkayê Tuba Akyilmaz (Nûjiyan Ayhan) di 3'ê Adarê de li Şengalê ji aliyê PDK'ê ve hat birindar kirin û jiyana xwe ji dest da. Ev kuştinên rojnamegeran nayê qebûlkirin û divê tu rojnameger li hemberî van kuştinan bêdeng nemînin. Em ji hemû rojnamegeran dixwazin ku li dijî van binçavkirin, girtin û kuştina rojnamegeran bibin yek û ji nivîsandina rastiyan tawîz nedin. Em wekî hempişeyên Nûjiyan ji hevala xwe re rahmet û ji malbat û hemû hevalên wê re sersaxiyê dixwazin û êş û xemgîniya malbatê parve dikin.”