‘Di referandumê de em ê biserkevin’ 2017-03-23 13:48:42 STENBOL - Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, diyar kirin ku ligel hemû astengî û zextan jî li qada Newrozê vîna gelê kurd, tirk, kedkar û karkeran bûye yek û wiha gotin: “Di referandumê de em ê biserkevin.” Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, peyama bi milyonan a di Newrozê de hat dayîn nirxandin. Otlu, diyar kir ku gelê kurd ê derketî qadan xwedî li nirx û “rêveberiyên cewherî” derketine û wiha got: “Gel ji polîtîkayên îktîdarê re got Na. Dîmenên li qada Newrozê nîşan da ku dê ji gelê kurd deng ji bo AKP’ê dernekeve. Gel nişanda ku ne hewceye li Kurdistanê sindoq bê danîn û dê bêjin Na.” 'GEL CAREKDIN XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET’ Otlu, da zanîn ku di ketin û derketina qadan de gelek zehmetî hatin jiyîn lê ligel hemû qedexeyan rakirina Wêneyê Birêz Abdullah Ocalan, fermandar Çiyager ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da û Mehmet Tunç gel carek din nîşan da ku çiqas xwedî li vê berxwedanê derdikevin. Otlu, bi lêv kir ku ligel terora dewletê, qedexe, qetlîma û girtinan jî ge nişanda ku dê li qadê be vîna xwe nîşan bide û wiha pêde çû: “Vîna gel ji AKP û îktîdara Qesrê re got Na. Li pişt her tarîtiyê ronahiyek heye. Me Adar jî qezenc kir emê referandumê jî qezenc bikin. Ji ber wê divê gelê me teqez di 16’ê Nîsanê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne.” 'PEYAMA NEWROZÊ JI BO GELAN FIRSENDEK BÛ’ Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, anî ziman ku ligel zext, qetlîam û girtina jî di gel de çoşek mezin hebû û wiha axivî: “Ligel nêzîkbûna 16’ê Nîsanê ev kombûna gel nîşan da ku vîna gelê kurd, tirk, kedkar û karkeran bûye yek. Gelê kurd nişanda ku dê çong ne deynin. Newroz azadî, serîrakirin û ji nû ve berxwedanê temsîl dike. Ev jî ji bo gelên Tirkiyeyê fiersendeke. Yek ji peyamên herî girîng ên Newrozê ew bu ku gel got wan kesên li Cizîr û Sûrê hatine qetilkirin ji bîr ne kirine û xwedî li wan derdikevin. Wekî Partiya Şoreşger em ligel gelê Kurdin.”