Operasyona azadikirina Tebqayê dest pê kir 2017-03-23 14:09:04 REQA - Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê daxuyand ku li navçeya Tebqayê ya piştî ji hewa hêz hate daxistin operasyona azadkirina navçe û Bendava Tabqayê (Sewra) ji DAIŞ'ê hate destpêkirin. Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê piştî ku ji hewa hêz daxistin Tebqeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di şeva 21 Adarê de hêzên me li rojavayê Çemê Firatê ya gundên girêdayî Tebqayê dest bi çalakiya daketina ezmanî ya berfireh kirin. Di çalakiyê de hejmarek mezin ji hilîkopterên Koalîsyona Navdewletî beşdar bûn, her wiha beşdariyeke baş pisporên leşkerî ya koalisyonê di çalakiyê de cihê girtine. Hêzên me tevî alav û erebeyên xwe yên leşkerî daketin herêmê, ev yek li gorî pîlana hatibû amadekirin birêya ezmanî daketin rojava Firatê. Bi vê yekê hêzên me herêmek berfireh girt, ev herêm bû bargeha leşkerî ya hêzên me li rojavayê Çemê Firatê, da ku em rizgarkirina tevahiya gundên Reqayê. Armanca leşkerî ji vê çalakiya me ya taybet ew e ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de pêk hat, ku bajarê Tebqa û Bendava Firatê, her wiha navenda wê ya Ceyranana Niştimanî ji destê çeteyên DAIŞ'ê were rizgarkirin û hemû gelê Sûriyê ji vê navendaê sûd werbigirin. Em careke din ji gelê xwe yê bajarê Tebqa û gundên wê dixwazin ku dûrî navend û deverên teroristan bikevin da ku ewlekariya wan were parastin. Her wiha em bang li ciwanên Tebqayê dikin ku riya ciwanên din ên herêmên rizgarkirî bişopînin û tevlî hêzên me bibin."