Girtiyên di grevê de hatin sirgunkirin 2017-03-23 14:16:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji girtîgehên Erzîngan û Mêrdînê 6 grtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgunkirin. Ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê 6 girtiyên ku bi daxwaza "Rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di şertên azad de şertên muzakereyê ava kirin, bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkûtiyên li dijî gundan" dest bi greva birçîbûnê kiribûn sirgunî girtîgehên din hatin kirin. Li gorî agahiyên ku girtiyan bi nameyan dane ji Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê Yilmaz Gunay, Salîh Kaya û Murat Bakir di roja duyemîn a grevê de birin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî Bahar Bîlge, Hafîze Aymelek û Rezan Gozen ji ber ketine greve birçîbûnê sirgunî girtîgeheke din hatin kirin. Girtiyan di nameyên ku şandin de wiha gotin: "Em wekî girtiyên siyasî li hemberî van pêkûtiyan berxwedana xwe xurtir bikin û riya xwe bidomînin. Li dijî pêkanînên nedemokratîk em dixwazin raya giştî bihistiyar be û piştgiriyê bidin berxwedana me."