Dadgehê destûr neda Yuksekdag parastinê bike 2017-03-23 14:38:23 MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag li Mêrsînê bi riya SEGBÎS'ê derket pêşberî dadgehê û parastin kir. Yuksekdag dema parastin kir û got "Ji bo dadgeh ceza li min bibirin ferman ji wan re hat" Li ser vê gotinê heyeta dadgehê SEGBİS qut kir û destûr neda parastinê. Dozger jî ji Yuksekdag 9 sal ceza xwest Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag têkildarî axaftina Kongreya HDP'ê ya Mêrsînê û Newrozê ya sala 2016'an doz li wê hat vekirin û derket pêşberî dadgehê. Bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Milletê tirk, meclîsa tirkiye û Serokomarî" heta 9 salan doz li Yuksekdag hat vekirin. Rûniştina doza Yuksekdag li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Yuksekdag bi riya SEGBİS'ê pergala bi dîmen beşdarî rûniştina dozê bû. Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran û Sibel Yigitalp û bavê Yuksekdag Mevlut Yuksekdag li salonê amade bûn. Pişti qeydên nasnameyan heyetê xwest qeydên axaftina Yuksekdag bên amadekirin. Yuksekdag piştre bi riya SEGBÎS'ê parastin kir. Yuksekdag diyar kir ku dê nikaribe bi riya SEGBÎS'ê parastinê bike. Parêzran jî xwestin dem bê dayin. Li ser vê yekê dozger mutala xwest. DOZGER CEZA XWEST Dozger di mutalayê de ji Yuksekdag bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Milletê tirk, meclîsa tirkiye û Serokomarî" heta 9 salan ceza xwest. 'FERMAN DAN DADGEHAN KU CEZA LI MIN BIBIRIN' Piştî mutalaya dozger Yuksekdag dîsa mafê parastinê xwest û gt: "Li vir tu doz û rûniştinên dozê nayê dîtin. Li vir doz jî tune. Hûn çi cezayî dixwazin hûn didin. Hûn çi ceza didin bidin. Di van dozan de ferman hatiye dayin ku ceza li bin bimirin. Ferman dane heyeten dadgehan da ku ceza li min bibirin. Ez ji ber nasnameya xwe ya siyasî têm darizandin. Ez nikarin mafê xwe yê parastinê bikim. Ez mutalaya birêz dozger qebûl nakim. Ez Hevserokê Partiya meclîsê ya 3'emîn im. Lê ez li vir têm darizandin. Gotina ku ez bêjim ne vir meclis e." HEYETÊ SEGBİS LI SER YUKSEKDAG QUT KIR Yuksekdag dema parastin dikir heyeta Dadgehê SEGBÎS ji ser Yuksekdag qut kir û destûr neda ku parastin bike. Rûniştina dozê taloqî 20'ê Nîsanê kir. Her çend Yuksekdag xwest parastina xwe berdewam bike jî SEGBİS girt û destûr neda parastinê bikin. BAVÊ YUKSEKDAG: NIKARIN FIKRÊ KELEPÇE BIKIN Piştî rûniştin bi dawî bu bavê Yuksekdag Mevlut Yuksekdag li ber salonê daxuyanî da û got: "Her çend wekîltiya wê bixin û wê têxin zindanê jî nikain fikrê kelepçe bikin." û bertekên xwe anîn ziman. Parlamentera HDP'ê Sibel Yiğitalp jî anî ziman ku ev darizandin li dijî huqûqê ye. Yigitalp anî ziman ku giritna wekilên HDP'ê şerma Tirkiye ye. Dema daxuyanî dihat dayîn polisan xwest mudaxale bike û komê bi lîrandinê bertek nîşanî polîsan dan û polîs şermezar kirin.