Polîsan kesek li Amedê birîndar kir 2017-03-23 15:12:21 AMED - Polisan li Amedê gule berda kesê ku li nokteya polîsan ji maşîneya xwe daket û ew birîndar kirin. Li ser rêya Xerpêtê ya navçeya Yenîşehîra Amedê polîsan li nokteya kontrolê maşîneyek rawestand û kesê di maşîneyê de birîndar kir. Li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê polîsan maşîneyek rawestand. Kesê ji maşînê daket polîsan gule berda wî. Polîsan herî kêm 15 gule berdan wî kesî û ew birîndar kirin. Kesê bi guleyên polîsan birîndar bû ket xwar. Polisan piştre ew kesê birîndar li maşîna zirxî suyar kirin û birin. Polîsan piştre rê li trafîkê girtin.