Li Erziromê girtin Agiriyê binçav kirin 2017-03-23 15:54:19 ERZIROM/AGIRÎ - Di serdegirtina malan a li Erziromê de ji 24 kesên hatin binçavkirin 8 kes hatin girtin û li Agiriyê jî 23 kes hatin binçavkirin. Li navenda Erziromê û navçeya Qereyaziyê di 16 û 17’ê Adarê de polîsan bi ser malan de girtin û di encamê de 24 kesên ku rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de hene hatibûn binçakirin. Kesên hatin binçavkirin piştî karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bû sewqî dadgehê hatin kirin. 24 kesên ku li dozgeriyên îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û ji 24 kesan 16 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û rêveberên HDP’ê yên Qereyaziyê Ramazan Alaca û Aydin Ozdemîr û Yavuz Karabakan, Murat Karabakan, Sevdîn Agir, Medenî Ozmen, Servet Koç û Mustafa Gul, bi îdîaya “endamên rêxisitnê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. LI AGIRIYÊ 23 KES HATIN BINÇAVKIRIN Li Agirî û navçeyê wê jî polîsan bi ser malan de girtin bi hinceta di parvekirinên xwe yên li ser tora civakî de “propagandaya rêxistinê kirine” 23 kes binçav kirin. 23 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar.