10 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin 2017-03-23 16:19:07 STENBOL - Li Girtîgeha Edîrneyê 10 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hejmara girtiyên ku di grevê de ne derket 16'an. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiyên siyasî yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî pêkûtiyan bi awayeke bêdem û bêdorveger dane destpêkirin keta roja 28'emîn. Greva ku bi 6 girtiyan dest pê kir bi tevlibûnan derket 16 girtiyan. Di 24'ê Sibatê de girtiyên bi navê Samî Geylanî, Ali Kurt, Mazlum Bataray, Zerdeşt Oduncu, Ramazan Kizildag û Enver Baysal, di 10'ê Adarê de girtiyên bi navê Bulent Ozturk, Îsmaîl Dervîş, Huseyîn Bîlecan, Îbrahîm Nîlufer, Erdal Emeç û Î. Wezîr Abbasovîç di 15'ê Adarê de jî bi beşdarbûna girtiyên bi navê Şeyh Davut Başqan, Mehmet Zahît Şahîn, Yahya Ozman û Necat Oztekîn tevlî greva birçîbûnê bûn. Hate hînbûn ku rewşa hin girtiyên di grevê de ne her diçe xirab dibe.