Xwendekarên govenda ‘Na’ gerandin rastî êrîşê hatin 2017-03-23 16:23:43 QERS - Xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê dema govenda “Na” digerandin rastî êrîşa komek nijadperestan hatin. Xwendekarên Zanîngeha Kafkas a Qersê dema li ber avahiya Fakulteya Wêje Fenê bi strana “Na” a ji bo referandumê hatiye amadekirin govend gerandin rastî êrîşa komek nijadperestan hatin. Li ser êrîşa polîsan jî ya li dijî xwendekarên govend gerandin rageşî derket. Di encama rageşya ku bi deqeyan berdewam kir de hat zanîn ku hinek xwendekar hatine binçavkirin.