Bîlgen: Ya li MAZLUMDER’ê hat kirin zilm e 2017-03-23 16:27:38 ENQERE - Berdevkê HDP’ê yê berê Ayhan Bîlgen ê girtiye, diyar kir ku destserkirina MAZLUMDER a ji aliyê hevkarên hikûmetê ve zilm e. Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen ê girtî ye, derbarê desteserkirina Komeleya Piştevaniya bi Mazlûman û Mafê Mirovan (MAZLUMDER) ya berê Serokatiya we kiribû û niha ji aliyê alîgirên Hikûmetê ve hat desteserikiri ji Girtîgeha Sîlîvriyê peyamek şand. Bîlgen ku beriya niha hevserokatiya komeleyê kiribû di peyama xwe de wiha got: “Ya li MAZLUMDER a 26 salin ji bo mafê gelan têdikoşe hatiye kirin zilme. Kî dibe bila bibe kesên ku bi marîfeta qeyûm dest danîne ser komeleya ku bi nirxê ‘li dijî zilmê ligel mazlûmane’ derketiye holê dê di dîroka têkoşîna mafê mirovan de wekî lekeye kreş bikeve dîrokê. Îro ya li MAZLUMDER’ê hatiye kirin, ji tiştên xwestin di 28’ê Sibatê de bên kirin bênirxtir û pêkanînek ji rûmetê dure.”