Li Sîlopiyê polîsan broşurên 'Erê' belav kirin 2017-03-23 16:35:09 ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê AKP'iyên ku bi polîsan re xebatên referandumê kirin , bi polîsên cilên fermî li xwe kirine broşurên "Erê" belav kirin. Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê AKP'iyên ku bi polîsan re xebatên reerandumê kirin bi polîsan de dikevin taxan. AKP'î bi çekan ve diçin serdana gel û bi polîsên ku cilên fermî li xwe kirine re broşurên "Erê" belav dikin û ji gel piştgiriyê dixwazin. LI AVAHIYA HILWEŞIYAYE PANKARTA 'ERÊ' Li taxa Nuhê ya Cizîrê jî rêxistina AKP'ê li avahiya Nexweşxaneya Botanê ya Taybet a dema qedexeyê de ji ber ku zirar dîtibû pankarta li ser "Erê" nivîsandiya û wêneyê Serokomar Tayyîp Erdogan heye daliqandin.