Cezayê Parlementera HDP’ê Aydoganê hat erêkirin 2017-03-23 16:57:39 AMED- Cezayê ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydoganê birîbû, ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ve hat tesdîqkirin. Heke biryar li Meclîsê bê xwendin dê parlementeriya Aydoganê bê betalkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 4 sal û 8 meh û 7 roj ceza li Aydoganê birîbû. Cezayê ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê û sûckirina li ser navê rêxistinê” li Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydoganê birîbû, ji aliyê Daîreya 3’yemîn (Îstînaf) a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ve hat tesdîqkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 4 sal û 8 meh û 7 roj ceza li Aydoganê birîbû. Dosyeya ku ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat şandin, di 20’ê Adarê de çawa ku gihaşt 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, rasterats ji bo înfaza cezayê li UYAP’ê hat barkirin. Der barê Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan a ji ber dozeke din, di 4’ê Mijdara 2016’an de hatibû girtin, ji ber 5 daxiyaniyên çapemeniyê, meş û beşdarbûyîna merasîmên cenazeyan ên di 2011’an de, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, “Endamtiya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan” heta 18 salan cezayê girtîgehê hatibû xwestin. Di 13’ê Çileyê de doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatibû. Dadgehê, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê û sûckirina li ser navê rêxistinê” li Aydoganê 4 sal û 8 meh û 7 roj ceza birîbû. Piştî dadgehê biryara xwe daxuyand, parêzerên Aydoganê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê dan. Heman dadgehê jî cezayê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tesdîq kir. DÊ SERÎ LI AYM’Ê BIDIN Parêzerê Aydoganê, Abdulkadir Guleç têkildarî cezeyê li muwekîla wê hat birîn axivî. Guleç, dest nîşan kir ku biryara Dadgeha Îstînafê ya bi lez û bez ne rewşeke asayî ye û wiha got: “Hikum di 20’ê Adarê de hat dadgeha herêmî. Çawa hat, dadgehê tesdîq kir. Di dema darizandinê de rûniştinên dozê wek hefteyekê, 5 rojan dihatin taloqkirin. Daxwazên tahqûqata tevsîî yên muwekîlên min ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatin redkirin. Lê em ê vê biryarê veguhêzînin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM).” Ji ber cezayê ku Dadgeha Îstînafê tesdîq kiriye di biniya 5 salan re ye, ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind nayê dayîn. Tekane rê serlêdana şexsî ya ji bo AYM’yê ye. Cezayê ku li Aydoganê hatiye birîn, heke li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê xwendin, dê parlementeriya wê betal bibe.