Dê nûçegîhanê me Hayri Demir sewqî dozgeriyê bê kirin 2017-03-23 21:39:56 ENQERE - Nûçegîhanê me Hayri Demir ê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, dê serê sibehê sewqî dozgeriyê bê kirin. Nûçegîhanê me Hayri Demir ê di 16'ê Adarê de li Enqereyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, li muduriyeta polîsan îfadeya wî hat wergirtin. Dê Demir serê sibehê sewqî dozgeriyê bê kirin. Hat zanîn ku nûçegîhanê me yê biryara nepeniyê li ser dosyeya wî heye, di îfadeya xwe ya li muduriyeta polîsan de diyar kiriye ku temamiya nûçeyên wî di çarçoveya felaiyetên rojnamgeriyê de ne.