Ji parlamenter Demîrel re 23 sal ceza tê xwestin 2016-11-26 09:12:20 AMED - Der barê Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel de di îdianameya ku hate amadekirin de heta 23 salan ceza tê xwestin, di îdianameyê de tê gotin ku meş, çalakî, daxuyaniyên ku Demîrel beşdar bûye wekî xebatên partiyê nikare bên dîtin û hate îdiakirin tu xebatên rêxistinê ne. Serdozegeriya Komarê ya Amedê piştî ku destnedayînên parlamenteran hate rakirin der barê Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel de îdianame amade kir. Di îdinameya ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hate qebûlkirin de der barê Demîrel de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" "propagandaya rêxistinê kiriye" "bêçek tevlî meş û civînên neqanûnî bûye ligel hişyariyan jî belav nebûne" ji 10 salan heta 23 salan ceza tê xwestin. 11 daxuyaniyên çapemeniyê û meşên ku di 2012016'an de Demîrel beşdar bûye sûc hatine dîtin. Di îdianmeyê de tê gotin ku axaftinên ku Demîrel kiriye di çarçoveya azadiya fikr û raman de nikare bê nirxandin. Dozgeriyê beşdariya Demîrel a çalakiya qedexekirina Sûrê wekî li ser navê rêxistinê sûc kiriye nirxandiye û axaftina wê ya di çalakiya şermezarkirina "Şedîhgeha Şêx Saîd" a li navçeya Pîranê de jî wekî propagandaya rêxistinê nirxandiye. Dîsa di îdianameyê de gotina Demîrel a "Sûr dilê Kurdistanê ye" jî wekî propaganda hatiye dîtin. Di berdewama îdianameyê de dozger daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên ku Demîrel beşdar bûye wekî xebatên partiya siyasî nikare bê dîtin ev wekî xebatên rêxistinê nirxandiye û hatiye goin ku di bin navê xebatên partiya siyasî de xebatên rêxistinê hatiye kirin. Serdozgarî dibêje ku ji navnîşana Demîrel re bangawazî hatiye şandin lê heta niha nehatiye Serdozgeriya Komarê. 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji bo Demîrel beşdarî doza xwe ya di meha sibata 2017'an bibe biryara şardina bangawaziyê da.