Xwestin bir û boçûnên Şirnexê tune bikin 2016-11-26 09:13:38 ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a ku têkildarî rûxandina taxan axivî balê kişand ser Qada Cûmhûriyetê ya ku rûxandina herî girê lê pêk hatiye û wiha got: "Armanca sereke tunekirina nasnameya bajarekî û nirxên wê yî çandî ye." Li Şirnexa ku bi awayekî qismî qedex lê bi dawî bûn, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez têkildarî rûxandina taxan axivî û diyar kir ku, pêkanînên niha yên 90'î derbas kirine. Îrmez dîmena Şirnexa ku li pêş me ye û di nav molozan de ye wiha vedibêje:" Ev der taxên Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê ne. Ev der navenda Şirnexê ne. Hem jî navenda sûkê bû, lê mixabin niha navendeke Şirnexê tune ye. Tune kirin. 12 taxên Şirnexê hebûn, niha 7 tax bi temamî hatine rûxandin û 5 taxên din jî nêviyê wan mane. Armanc bi temamî koçberkirin û xalîkirina ji mirovan e." JIYANÊN DI NAV MOLOZAN DE MAYÎ Îrmez bi bîr xist ku, hîn jî rûxandin didome û balê dikêşe ser amaûrên di nav molozan de û wiha didomîne: "Firsend nedan ku gel amûrên xw ejî wergirin. Niha bi tu awayî derfeta maddî ya gel tune ye, çi di dest wan hebûye hemû qediyaye. Armanca sereke tunekirina nasnameya bajarekî û nirxên wê yî çandî ye. Ez şirnexî me û 31 salî me, 28 salên min li vir derbas bûn. Li her derên wê, li ehr gavên wê bîranîneke min heye, paşerojeke min heye." ‘XWESTIN BÎRANÎNAN TUNE BIKIN' Îrmez bi tiliya xwe pêşiya cihê em lê ne nîşan dide û wiha dibêje: "Vêya hûn dibînin Qada Cûmhûriyetê ya ku Newroza 92'yan lê hat pîrozkirin bi xwe ye, ew der cihekî ku bûyerên girîng lê qewimîn bû, xwestin van bîranînan tune bikin." Îrmez anî ziman ku, şahidiya tunekirina qadeke cihê bûyerên dîrokî hatiye kirin û got, li gor pêşnûmaya ku ji bo Şirnexê tê plankirin, wê li qadê mizgefteke mezin bê çêkirin. Îrmez a ku got bi sedan mal hatin rûxandin anî ziman ku, bi tu awayî destdayîna avhiyên dewletê nehatiye kirin. Îrmez dest nîşan kir ku, tenê daxwaza gelê Şirnexê ew e ku bi nasname û zimanê xwe bijî û wiha axivî: "Li gel van daxwazan, bersiva AKP'ê ew bû ku, bi tank û topan têkeve bajaran." 'POLÎTÎKAYA ÎSKANÊ DI DEWRÊ DE YE' Îrmez got, niha polîtîkayeke îskanê di dewrê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hedef ew e ku, vî gelî koçberî rojavayê bikin û li şûna wan penaberan bi cih bikin." Îrmez got ev biryara di MGK'ya cotmeha 2014'an de hatiye dayîn û herî dawî wiha got: "Pêkanînên li Şirnexê wê wek lekeyeke qirêj li dîroka Tirkiyeyê cih bigirin."