Agahî ji girtiyê birin nayê stendin 2017-03-24 09:14:31 STENBOL - Di 10'ê Adarê de ji girtiyê siyasî Ferhan Mukyen ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê tê ragirtin re gotin "Dadgeha te heye" û ew ji odeya wî derxistin. Ji wê rojê ye ku hevalên wî hay ji Mukyen tune ne. Sabahattîn Tekîn ê ji Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê name şand, anî ziman ku di 10'ê Adarê de ji girtiyê siyasî Ferhan Mukyen re gotine "Dadgeha te heye" û ew ji odeya wî derxistine û ji wê rojê ve ew tu agahiyê ji Mukyen nagirin. MUKYEN LI KUDERÊ YE? Tekîn, di nameya xwe de diyar kir ku li ser israra wan, îdareya girtîgehê ji wan re gotiye "hevalê we di bin çavan de ye"; lê belê ji wan re nehatiye gotin ku Mukyen li kuderê, li kîjan qereqolê di bin çavan de tê ragirtin. Tekin wiha got: "Em nizanin hevalê me li kuderê ye. Em di warê aqûbeta wî de bi şik û guman in." Tekin, der barê aqûbeta hevalê wan Mukyen de, banga hestiyariyê li raya giştî kir. Li ser vê, me bi riya telefonê xwe gihand rayedarên girtîgehê. Rayedaran got, li girtîgehê bi navê Ferhan Mukyen girtiyek tune ye.