‘Berî darbest derkevin, xwedî li girtiyên greva birçîbûnê derkevin' 2017-03-24 09:15:15 STENBOL - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Arif Yilmaz, peyama girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne parve kir û wiha got: "Divê gelê kurd li kuçeyan xwedî li greva birçîbûnê ya zarokên xwe derkevin. Berî ku ji girtîgehan darbest derkevin divê dest deynin ser vî karî." Li girtîgehên Tirkiye û herêmê, girtiyên PKK û PAJK'î bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyan, di mercên azad de pêkanîna muzakereyan, devjêberdana sepandinên binpêkirina mafan ên li girtîgehan û dawîlêanîna sepandinên şewitandin û rûxandina gundan, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger û ya dorveger kirin. Greva birçîbûnê ya dorveger ji 15'ê Adarê heta niha didome. Lê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jî greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 29'emîn de jî didome. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Arif Yilmaz, diyar kir ku rewşa hin girtiyên di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne, ber bi nebaşiyê ve diçe. ‘DAXWAZA SEREKE, DAWÎLÊANÎNA TECRÎDA LI SER OCALAN E' Yilmaz, da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, ji 15 Sibatê heta niha 28 girtî di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne û got, piştî vê grevê jî li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger dest pê kiriye. Yilmaz, diyar kir ku greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di merheleyeke krîtîk de ye û got, daxwazên girtiyên ketine grevê heman daxwaz in. Yilmaz, dest nîşan kir ku daxwaza girtiyan a sereke dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. ‘FERASETA LI ZINDANAN, ÇALAKIYA NETESLÎMBÛNÊ YE' Yilmaz, anî ziman ku hem li derve hem jî li hundur li dijî gelê kurd polîtîkayeke şidet, çewisandin û komkujiyan tê pêşxistin û wiha axivî: "Hîn jî her roj li gelek deverên Kurdistanê qedexeyên derketina derve tên îlankirin. Bi van qedexeyan re li dijî gelê kurd komkujiyên sivîl, talan û tunekirinê hene. Di nav daxwazên girtiyên di grevê de ne dawîlêanîan qedexe û dorpêçkirinan jî heye. Dîsa li girtîgehan, bi awayekî zêde binpêkirina mafan heye. Dixwazin dawî li vana bên." Yilmaz wiha domand: "Li ber çavê hemû cîhanê li nêv kuçeyê mirovekî tazî tê qetilkirin. Divê meriv wan tiştên ji raya giştî tên veşartin jî bifikire. Feraseta ku li ber çavên civakê, raya giştî li nêv kuçeyê qetil dike, her hal mirov fêm dike ku dê ev feraset li zindanan çi bike. Rewşa niha li zindanan jî çalakiya neteslîmbûna li dijî vê ferasetê ye. Çimkî li zindanan çalakî hinekî sînorkirî ne. Qada çalakiyê teng e. Ji ber vê, yên li zindanan dikevin grevê û bi vê re dixwazin vê feraseta teslîmkar bişkînin." ‘REWŞA WAN XERAB DIBE' Yilmaz, diyar kir ku li Girtîgeha Şakranê zêdeyî 30 rojî ye greva birçîbûnê heye, li Girtîgeha Edîrneyê jî rewşa hin girtiyên di grevê de ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha axivî: "Hem li Şakranê, hem jî li Edîrneyê rewşa hin girtiyên di grevê de ber bi nebaşiyê ve diçe. Li Edîrneyê, li gor agahiyên herîd awî, hin girtî bi qasî 10 kîloyan zihîf bûne. Roj bi roj dihelin. Piştî 30 rojî dê ev xerabtir bibe. Ya niha ne greveke birçîbûnê ya normal e." Yilmaz, ragihand ku çewisandin û şideta li Girtîgeha Edîrneyê di asta herî jor de ne û wiha domand: "Ne greveke ku di nêvengeke normal de ye. Heta, bi awayekî fiîlî ber bi rojiya mirinê ve diçe. Ji xwe dema girtî ji bo hevdîtina telefon, hevdîtina bi malbatê, ya bi parêzeran re dertên rastî sepandinên dijwar tên. Çalakvanekî ku 30 rojên wî di grevê de derbas bûbin xweşikî nikare ji nav nivînan rabe, ev jî nîşan dide ku bi rewşeke cidî re rû bi rû ne." ‘LI EDÎRNEYÊ KONSEPTEKE TAYBET TÊ SEPANDIN' Yilmaz, dest nîşan kir ku daxwazên kesên di grevê de ne ew daxwazên ku mumkunata wan tune bin û wiha domand: "Mînak; divê bi birêz Ocalan re heyetek, malbat, parêzer hevdîtinê çêbikin. Ev ne tiştekî zehmet e. Berê di dema pêvajoya aştiyê de ji parlementeran bigire, heta malbatê gelek hevdîtin çêdibûn. Niha jî bi temamî ji ber pêvajoyê nahêlin hevdîtin çêbibin. Divê demildest ev pêk bê. Ya duyemîn; li seranserê Kurdistanê şert û mercên giran di dewrê de ne. Divê demildest ev merc ji holê bên rakirin. Bi KHK'yan mafên girtiyan ên berê bi dest xistibûn hatine xespkirin. Ji sporê, felaiyetên li qada hevpar, ferzkirina şopa tiliyan bigire heta desteserkirina pirtûkan gelek ferzkirin û sepandin hene. Dîsa dema malbat ji bo hevdîtinê diçin, lêgerînên binpêkirina rûmetê li wan tên ferzkirin. Ev hemû bi çarçoveya konseptekê de tên kirin. Di vî warî de Edîrne qadeke taybet e. Her hal ji ber vê taybetiya xwe Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li wir tê ragirtin. Mudurê yekemîn ê Girtîgeha Edîrneyê Haydar Ali Ak jî, ew kes e ku sicîla wî ne paqij e û raya giştî wî dinase. Berê li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 2'yan a Tekirdagê dima. Li kîjan girtîgehê ma be, bi çewisandin û şidetê êafên girtiyan xesp kiriye. Tu dibê qey bi taybetî wî şandine wê derê û ji roja ku çûye heta niha sepandinên giran didomin." PEYAMA HESTIYARIYÊ Yilmaz peyama girtiyan ragihand û wiha got: "Di serî de malbat, bang li her kesî dikin da bi hetsiyarî tevbigerin û bi hev re vê pêvajoyê bişkînin." Yilmaz balê kişand ser greva biçîbûnê ya bê dem û dorveger a 2012'an û wiha got: "Wê demê li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran hebû. Li ser gelê kurd çewisandinên cidî hebûn. Îro jî heman tişt hene. Heta zêdetir in. Îro li Rojava, Şengalê li her derî li dijî tunekirina destkeftiyên gelê kurd konseptek di dewrê de ye. Ji ber vê daxwazên wê rojê daxwazên îroyîn in. Yanî cudabûneke pir zêde tune ye. Wê demê daxwaza rêvekirina li ber parêzeiya bi zimanê dayikê hebû. Di encama greva birçîbûnê ya wê demê de ev hatibû qebûlkirin." ‘DIVÊ BI RUHÊ 2012'AN XWEDÎ LI GREVA BIrÇÎBÛNÊ BÊ DERKETIN' Yilmaz bang li her kesî kir da bi hetsiyarî tevbigerin û wiha axivî: "Her diçe rewşa girtiyan nebaş dibe. Dibe ku sibê bi dernegî keve. Divê gelê me ji bo grevên birçîbûnê demildest seferber bibe. Divê ew ruhê 2012'an dubare derkeve holê. Divê gelê kurd li kuçeyan xwedî li greva birçîbûnê ya zarokên xwe derkevin. Divê bibêjin 'Daxwazên wan daxwazên me ne' û bi vî awayî hem çewisandinên li zindanan hem jî tecrîda giran a li ser birêz Ocalan bişkînin û berî ku ji girtîgehan darbest derkevin divê dest deynin ser vî karî. Berê jî gel pewyira diket ser milê wî bi cih dianî. Baweriya me ew e ku dê dîsa bi himena awayî bi cih bîne. Bi vê baweriyê em bang li hemû gelê xwe dikin, da xwedî li çalakiyê derkevin."