Boyaxvanên roman: Ji ber qezenca me tê astengkirin 'Na' 2017-03-24 09:17:08 TEKIRDAG - Qada ku 40 sal e roman lê boyaxvaniyê dikin, şaredarî wê vediguherîne otoparkê. Boyaxvanan li dijî vê bertek nîşan dan û gotin, Şaredariya Bajarê Mezin a Tekirdagê ji bo rantê sindoqên wan ê boyaxê ji wan distînin. Li navenda Tekirdagê, nêzî 40 salan e ku boyaxvanên roman li Kolana Valiyê boyaxvaniyê dikin. Lê niha Şaredariya CHP'î ya Bajarê Mezin a Tekirdagê, dixwazê vê qada ku lê ne veguherîne otoparkê. Boyaxvanên li ber Walîtiya Tekirdagê ne, heke xebatên çêkirina otoparkê dest pê bikin, dê ji neçarî vê qada ku lê ne biterikînin. Her wiha boyaxvanên roman, diyar kirin ku şaredarî ji bo wan ciheke din jî tahsîs nekiriye. 'EVD ER BÛYE ÇAND Û DÎROKA ME' Şeref Unay (52) ê ji zarokatiya xwe heta niha li ser vê kolanê boyaxvaniyê dike, anî ziman ku wek gelek bajaran li Tekîrdagê jî çanda boyaxvaniyê heye. Unay wiha bertek nîşan da: "Ev der ji berê de heye. Dema mirov di warê dîrokî de jî lê binihêre divê ranekin. Ev der bûye çand û dîroka me. Cihekî jî nîşan nadin ku em biçinê. Dema otoparkê çêbikin, dê rakin. Ji me re dibêjin 'ji xwe re cihekî bibînin'." 'JI BO NANEKÎ BIBIM MALA XWE MIN EV SINDOQ KIRÎ' Unay, diyar kir ku ew bi boyaxvaniyê debara mala xwe dike û wiha got: "Li vir em hemû heqê nanê xwe derdixin. Em liv ir çêbûne û mezin bûne. Em li bajarê xwe kar nabînin. 2 sal in min li cihekî form dagirtiye, hîn jî li bendê me ku li min bigerin. Şaredariyê hişyariyek jî nekir. Her kes li gor qafê xwe dijî. Ji bo kar jî tiştekî ji me re nabêjin. Li mala min nan tune ye, bawer nakin. Ji bo ez nanekî bibim mala xwe min ev sindoqa boyaxê kirî. Biborin, ma ez herim diziyê bikim? Serokomar qanûnek nû derxist ku 'xebata bêyî sîgorte qedexe ye.' Lê ev bi kêrî çi tê." 'JI BER KED Û KESPA MIN TÊ ASTENGKIRIN DIBÊJIM 'NA'' Boyaxvan Remzi Kavak (58) jî, diyar kir ku ji ber cihekî ku biçinê tune ye, wan qad neterikandiye. Kavak, anî ziman ku zêdeyî 30 salî ye li heman cihî boyaxvaniyê dike û wiha got: "Zivistan, havîn... em li vir in. Cihekî me yê ku em biçinê tune ye. Heke me bibin cihekî din jî, em ê nikaribin. Muşterî, me li vir dibînin. Hîn me doza cihekî girtî dikir, niha me radikin. Heke me bibin cihekî din, dê kî me bibîne? Derdê wan ew e ku demildest me ji vir derxînin." Kavak, ji bo referandûmê jî got, ji ber qezenca wan tê astengkirin ew ê bibêje "Na". 'EM Ê BIÇIN KUDERÊ?' Ayhan Taşiyan (61) jî diyar kir ku şaredarî cihekî nîşanî wan nade û got, qada ku ew heqê nanê xwe lê qezenc dikin ji bo rantê vediguherînin otoparkê. Taşiyan wiha domand: "Me ji vir rakirin, dê me bişînin kuderê? Ma ez têkevim mala hin kesan? Ma diziyê bikim? Ma rêya hin kesan bigirim? Ma karên xerab bikim? Bila me ji vir dernxînin. Bila cihekî nîşanî me bidin, bi vî awayî nabe. Heke em bibêjin 'Erê', dê Tayyip bibêje 'ez çi bibêjim dê ew be.' Ji ber vana ez ê bibêjim 'Na'."