Baydemir: Ma hûn ê vê cinayetê jî nebînin? 2017-03-24 09:18:08 AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir têkidlarî înfazkirina Kemal Kurkut de axivî û wiha pirsî: "Ev cinayet, ji bo bi awayekî din Newroz veguhere xwînê hat kirin. Ew guleya ku ji bedena wî hat derxistin, bi awayekî hêsan dikarin tespît bikin ku ji kîjan çekê derketiye. Diyar e ku gule aîdî kê û kîjan çekê ye. Ma hûn ê vê cinayetê jî nebînin?" Di Newroza 21'ê Adarê ya li Amedê de serê sibê xwendekarê Beşa Muzîkê yê Fakulteya Hunerên Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut ku xwest biçe qada Newrozê rastî astengiya polîsan hat. Piştî niqaşê polîsan Kemal Kurkut ê nevî tazî li ber çavê çapemeniyê ji pişt ve kuştin. Bertek û nerazîbûnên li dijî kuştina Kurkut hîn jî didomin. Parlementerên HDP'ê têkildarî vê bûyerê lêkolînan dikin û bi Waliyê Amedê Huseyin Aksoy re hin hevdîtin çêkirin. Berdevkê HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir ê têkildarî bûyerê bi Walî Aksoy re hevdîtin çêkir, hûrguliyên hevdîtinê vegotin. ‘KÎ FERMANA KUŞTINÊ DA?' Baydemir, diyar kir ku ji bo bi her awayî heqîqeya bûyerê derkeve holê û ev înfaz bêdaraz bê ceza nemîne, ew tevdigerin û got, ji bo sedema vê saîka li pişt vê cinayetê derkeve holê, wan bi Waliyê Amedê re hevdîtin çêkiriye. Baydemir wiha axivî: "Me tiştekî zaf zelal avêt holê. Di çenteyê xwendekarekî de çi hebin, tiştên di yê Kemal Kurkut de derketin jî ew in. Têketina protokolê, ew têketine ku bi kamerayan tê şopandin. Hemû diyalogên me û mêvanên me ji aliyê polîsan ve hatin qeydkirin. Înfaza Kemal Kurkut saniye bi saniye di kamerayan de hatiye qeyd kirin. Diyaloga di navbera wan de çî ye? Ya ku Kemal Kurkut ber bi agresiyê bir, got berdin min çi bû? Kî ew tehrîk kir? Ji sedî sed derfeta zevtkirina wî ay bis axî hebû, bi gaza îsotan an jî bi rêbazeke din dikaribû bê derdestkirin, lê gel vana hemûyan yê ku fermana berdanê da kî bû? Li gel polîsê got, 'Bisekinin, bernedin' jî, kî fermana berdanê da? Divê ev hemû aşkere bibin. Ji xwe ev hemû di qeydên kamerayan de hene. Ev cinayet ji aliyê kê bî kîjan saîkê hat kirin?" ‘BI RIHETÎ EW GULE DIKARE BÊ TESPÎTKIRIN' Baydemir îşaret pê kir ku di dema karên otopsiyê de ji bedena Kurkut dendika guleyê derketiye û wiha got: "Bi awayekî hêsan dikare bê tespîtkirin ku ew gule ji kîjan çekê derketiye. Di rapora otopsiyê de tê diyarkirin ku guleyek di bedena wî de ye. Diyar e ku gule aîdî kê û kîjan çekê ye. Ji ber vê yekê, ev cinayeteke ku derfetên reşkirina wê jî tune ye. Niha divê ya bê kirin; êrîşkar û saîkên li piştî demildest ji peywirê bên dûrxistin, bên girtin da delîl neyên reşkirin. 3 roj e ku em van daxwaz û hewldanan didomînin. Ji niha û pê ve jî em ê bidomînin." ‘MA HÛN Ê VÊ CINAYETÊ JÎ NEBÎNIN?' Baydemir, dest nîşan kir ku ev tehrîkên di Newrozê de hatin kirin, di heman demê de tehrîkên ku bila "rewşeke asayî çênebe" bi xwe ne û wiha domand: "Ev tehrîkên domandina aloziyê ne. Kesê an jî kesên ku xwest asayîbûn bi aloziyê xera bibe, wan bi xwe tetik kişandiye. Heke em vê derxînin holê, em ê di warê başbûnê de piştevaniya rewşa welat bikin. Em ê polîtîkay bila kes nebe kujer, kes nebe maktûl têxin meriyetê. Bi vê îtibarê careke din bang li serokwezîr dikim; we sedhezar, milyon li qadê nedîtin. Cewhera vê ew e ku we hîn ev gel nasnekiriye. Ev rê ne tu rê ye. Divê hûn dev ji vê berdin. Ma hûn ê vê cinayeta aşkere jî nebînin? Bi awayekî zelal dibêjim, bi qasî kesê ku ev cinayet kiriye yên delîlê wê vedişêrin jî û yên dixwazin wî ceza nekin jî, bi qasî kesê tetik kêşaye berpisiyar e." ‘DIVÊ PAŞPERDEYA CINAYETÊ BÊ RONÎKIRIN' Baydemir bang li Wezîrê Karên Navxweyî jî kir û wiha got: "Cinayeta Hrant Dînk bînin bîra xwe. Pêşî karê 'Du ciwanên hêrs bûbûn' bû. Derket holê ku cinayetek plankirî ye. Ji bi wê plane nebe hevparê vê cinayetê, divê Wezîrê Karên Navxweyî hemû tiştên li paş vê cinayetê ne derxîne holê. Bereksê wê, hevparê vê cinayetê ye û dê dîrok bi vî awayî pênase bike. Divê paşperdeya wê bê ronîkirin. Divê nehêle ku delîl bên reşkirin, kiryar demildest bê girtin û bi awayekî herî giran bê cezakirin. Dema ev hemû pêk bên, dê ewçax samîmiyet derkeve holê." Baydemir ê got “Her cinayeteke ku di tarîtiyê de bê hiştin, rê li ber cinayeteke din vedike. Her binpêkirina mafan a di tarîtiyê de tê hiştin, rê li ber binpêkirinên mafan ên nû vedike" wiha domand: "Bila qet gumana we jê tune be, di sûcên li dijî mirovahiyê de bihurîna demê tune ye. Dê di vê cinayetê de jî bihurîna zeman tune be. Kesên Tahir Elçi qetil kirin, çawa ku xwestin pêvajoyek bi dawî bibe û pêvajoya şer dest pê bike û ev peyama xwe dan, a rast ev cinayet jî di asasê xwe de cinayeteke ku bila nêvenga aloziyî bidome bû. Cineyetke ku bila Newroz neyê pîrozkirin, bila veguhere xwînê bû. Feraseta sedhezarên hatin Newrozê û ya komîteya amadekar ew bû ku rê li ber bûyerên wehîm bigire. Niha rastiya ku dikeve ser milê darazê, walî û krîterên raya giştî ew e ku heqîqet û edalet derkeve holê."