Kemal ji komkujiya Enqereyê xilas bûye 2017-03-24 09:18:42 AMED - Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, derket holê ku ji komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê ya ku 109 sivîl hatin qetilkirin xelas bûye. Di Newroza 21'ê Adarê ya li Amedê de serê sibê xwendekarê Beşa Muzîkê yê Fakulteya Hunerên Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut ku xwest biçe qada Newrozê rastî astengiya polîsan hat. Piştî niqaşê polîsan Kemal Kurkut ê nevî tazî li ber çavê çapemeniyê ji pişt ve kuştin. Derket holê ku Kurkut ji komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a Enqereyê ku 109 sivîl hatibûn qetilkirin xelas bûye. Pismam û hevnavê Kemal Kurkut, Kemal Kurkut wan kêliyên piştî komkujiya Enqereyê vegotin. Kurkut, diyar kir ku beriya komkujiyê yekî rûken bû wiha got: "Kemal jî di 10'ê Cotmehê de çû Enqereyê. Di dema teqînê de li wir bû. Di warê fizîkî de birîndar nebû, lê di warê ruhî de nebaş bû. Piştî komkujiyê xweşikî bi kesî re nediaxivî." ‘XWÎN PEJIQÎBÛ SER WÎ' Kurkut, diyar kir ku liv û tevgereke êrîşkariyî ya pismamê wî tune bû, tenê qewimînên li Enqreyê ji bîr nekiribûn û wiha axivî: "Dema ji Enqereyê vegeriya, min jê pirsî 'Çi bû?' Tenê got 'Mirov perçe bûn, xwîn pejiqî.' Xwîn pejiqîbû ser wî jî. Ew qewimîn zaf bandor lê kiribû." ‘TEVGERÎNEKE WÎ YA ÊRÎŞKAR TUNE BÛ' Kemal Kurkut, li dijî nûçeyên "derûniya wî nebal bû' bertek nîşan da û wiha axivî: "Ji nişkave derûniya tu kesî nebaş nabe. Li vî welatî mirov zêde êşê dikêşin. Kes nabêje çi hat serê te, tu çawa dijî. Dibêjin êrîşkarê derûniya wî nebaş. Lê liv û tevgereke êrîşkar a Kemal tune bû. Wisa difikirim ku li wir polîs bi çewisandineke derûnî bi ser de çûne." ‘DÊ JI ÇENTEYÊ XWENDEKAREKÎ WEKÎ DIN ÇI DERKEVE' Kurkut, balê kişand ser îdiayên ku di çenteyê wî de bombe hebûye û got, ev îdia bi temamî derew û bêbinî ne. Kurkut wiha domand: "Em wek malbat bawer nakin ku kemal tiştekî wisa gotibe. Ji xwe wêne jî li holê ne. Nîşan didin ku tiştekî wisa tune ye. Ji çenteyê wî jî pirtûk û kincên wî derketine. Ma dê ji çenteyê xwendekarekî wekî din çi derkeve." Kemal, kurê herî biçûk ê malbateke 4 ferdî ye û di temenekî biçûk da bavê wî miroye. Pismamê wî diyar kir ku malbatê zaf jê hez dikir û wiha got: "Taybetmendiya wî ya herî berbiçav rêzgirtin û hurmeta wî bû. Dema diaxivî li ser çavê me nedinihêrî, fedî dikir." Kemal Kurkut, balê kişnad ser tevgerîna peywirdarên Saziya Tiba Edlî ya Malatyay û Şaredariya Battalgazi ya AK Partiyî û wiha domand: "Kemal li cem gora bavê xwe, cihê gora xwe diyar kriibû. Me xwest em wî li cem bavê wî defin bikin, lê destûr nedan. 20 wesayîtên polîsan hatibûn goristanê. Em jî mecbûr man ku Kemal li goristaneke din defin bikin." ‘EV ÎNFAZEKE BÊDARAZ E' Kurtkut wiha axivî: "Me wesayîta cenazeyî peyde nekir. Me wesayîteke taybet a cenaze anî. Ajokarê wê wesyîtê jî di dema şûştina cenaze de got, 'Karê min derket' û darbest jî bi xwe re bir. Me darbestek ji gund anî û bi wesayîta xwe cenaze bir goristanê. Yanî darbestek jî ji me re zêde dîtin." Kurkut herî dawî wiha got: "Ev înfazeke bêdaraz e. Wek malbatê em dixwazin sûcdar bê dîtin."